Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe 2022-09-23 11:19:25   WAN - Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexewş Ridvan Yûsûfoglû ku li Girtiya Tîpa L a Panosê tê ragirtin û tê xwestin demildest were berdan, roj bi roj girantir dibe.   Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin û di çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan de tê xwestin ku Yûsûfoglû di zûtirin demê de were berdan. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe. Li gorî agahiyan, ji ber pirsgirêkên mîde û rûviyan, Yûsûfoglû di 5’ê îlonê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Piştî girêdana serûmê jî Yûsûfoglû dîsa şandin girtîgehê.    BERSIVÊ NADIN SERLÊDANAN   Yûsûfoglû di sala 1992’yan di 16 saliya xwe de bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” hat girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn.17 sal berê jî teşhîsa Ulseratif Kolit (nexweşiyeke kronîk a di rûviya stûr de) li Yûsûfoglû hat kirin. Di heman demê de nexweşiyên weke varîs, fitqa piştê, mîde û apneya xewê li Yûsûfoglû hene. Dermanê Salofalk ku ji bo Yûsûfoglû gelek girîng e û bi hinceta ku tenê li bajarên mezin tê dîtin, nayê dayîn. Lewma jî ji bo Yûsûfoglû sewqî bajarên weke Amed û Mêrdînê bê kirin gelek serlêdan hatin kirin lê belê saziyên têkildar tu bersiv nedan.