Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin 2022-09-23 15:40:25 ENQERE - Siyasetmedarên kurd ên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ji bo jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin.     Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin, ji bo jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, pora xwe jê kirin.    Demîrtaş û Mizrakli bi rêya parêzerên xwe ev peyam parve kirin: “Em êşa Mahsa Amînî ji dil hîs dikin ku ji ber mûyekê pora wê xuya dikir ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve hatiye qetilkirin. Berxwedana li dijî zext û zilmê tenê berpirsyariya jinan nîne. Ji bo nîşan bidin ku em bi têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan ku bi dilwêrekî dimeşînin û bi berxwedana gel a ji bo azadiyê re ne, min û hevalê xwe yê hucreyê Dr. Selçûk Mizrakli bi hev re pora xwe jê kir. Zû yan jî dereng, dê hemû pergalên zilm û zordestiyê li hemberî berxwedana gel hilweşin. Hezar silav bo berxwedêran. Xwedê rehma xwe li Mahsa Amînî bike û sersaxiyê bo malbata wê dixwazin. Silav û hestên xwe yên piştevaniyê dişînin.”