Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine' 2022-09-23 17:21:24   DÎLOK - Li Dîlokê Suleyman Dûrmûş, Zelîha Dûrmûşê qetil kir. Hat hîn bûn ku kiryar Dûrmûş ji polîsên ku hatine cihê bûyerê re gotiye, "Min hûn reht kirin, li min biborin."    Li Taxa Aydinlikê ya navçeya Îslahiye ya Dîlokê Suleyman Dûrmûş, hevjîna xwe Zelîha Dûrmûşê qetil kir. Mamosteyê dibistana seretayî kiryar Dûrmûş ku bi îşkenceyê Zelîha Dûrmûşê qetil kir, paşê çû navenda polîsan û li xwe mikur hat.    Cenazeyê Zelîha Dûrmûşê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî. Hat ragihandin ku li midûriyeta polîsan kar û barê îfadegirtinê yê kiryar Dûrmûş didome.    Her wiha hat hînbûn ku gava kiryar tevî polîsan çûye cihê bûyerê doza lêborînê li polîsan kiriye û gotiye, "Min hûn reht kirin, li min biborin."