Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê 2022-09-23 21:03:17     AMED – Ji ber ku cenazeyê Hatîce Ay a YJA Starî radestî malbatê nehatibû kirin, malbatê li ber Edliyaya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kiribû. Piştî ku dozger ragihand ku dê sibê serê sibehê cenaze bide, malbatê jî heya sibê navberda nobeda xwe ya edaletê.    Endama YJA Starê Hatîce Ay di 19'ê Îlonê de li navçeya Pîran a Amedê di êrişeke hewayî de tevî endamên YJA Starê Aliye Kiye û Hacer Sûcînê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê çaxê heya niha çendî DNA li hev derketine jî cenaze radestî malbatan nehatine kirin û li Saziya Tiba Edlî (ATK) tên sekinandin. Îro dayika Hatîce Ayê Hîdayet Ay û birayê wê Ayettûllah Ay ji bo wergirtina cenazeyê wê li ber Edliyeya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, parlamenterên HDP'ê Feleknaz Ûca û Dersim Dag û rêxistina HDP ya Amedê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li ber Edliyeyê piştgirî dan malbatê.    Baroya Amedê ji bo cenaze hevdîtin bi wekîlê Serdozgeriya Komara ya Amedê re kir. Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku dê sibê cenaze radestî malbatê bê kirin. Bi vê xeberê re malbatê jî heya sibê navber da çalakiya xwe.