Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê 2022-09-24 09:19:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî çalakiyên ji bo qetilkirina Jîna Mahsa Amînî tên lidarxistin peyamek parve kir û got ku ew piştgiriyê didin çalakvanan.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê çalakî dest pê kirin û hêj berdewam in. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyameke piştgiriyê parve kir û da zanîn ku ew li gel çalakvanan in.    Peyama Mazlum Ebdî wiha ye: “Qetilkirina #MahsaAmînî ji hêla polîsên exlaqê ve, biçûkxistineke exlaqî ye. Em tev li dengên ji bo Amînî tên derxistin dibin û çalakvanan silav dikin. Divê pirsgirêka kurd û jinan a li Îranê bê çareserkirin. Em sersaxiyê bo malbata Amînî û gelê kurd dixwazin.”