Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin 2022-09-24 12:03:47 AMED – Cenazeyên endamên YJA Starê Hacer Sûcîn û Aliye Kiye ku di encama êrişeke hewayî ya li Pîranê de jiyana xwe ji dest dabûn û li ATK’a Amedê dihatin sekinandin, rasdestî malbatên wan hatin kirin.    Artêşa tirk di 19'e îlonê de li Çiyayê Gorsê yê Pîran a Amedê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de ji endamên YJA Starê Hatîce Ay, Hacer Sûcîn û Aliye Kiye jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan rakiribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Li gel ku malbatên wan cenaze teşhîs kiribûn jî, cenaze radestî malbatên wan nedihatin kirin û li ATK’ê dihatin sekinandin. Li ser vê yekê malbata Hatîce Ay li pêşiya ATK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê neçar ma ku paşde gav biavêje û cenazeyê Ay şevê din radestî malbatê kir. Îro jî cenazeyên malbata Hacer Sucîn û Aliye Kiye radestî malbatan hatin kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan malbatan.    Malbatan piştî ku cenazeyên xwe wergirtin ber bi bajarên xwe ketin rê. Cenazeyê Kiye ji bo veşartinê birin Wanê û yê Kiye jî birin Sêrtê.