KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin 2022-09-24 13:19:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiyên KNK, PJAK û KODAR’ê, ji bo geşedanên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê binirxînin, hatin gelhev.    Şandeyeke di serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrat de bi Hevseroka PJAK Zîlan Vejîn, endama Konseya Rêveberiya KODAR’ê Zeynep Xorasan û endamê Meclisa PJAK’ê Mazlûm Heften re geşedanên dawî yên li Îranê binirxînin hate gelhev. Di hevdîtinan de mijarên weke yekitiya neteweyî, têkoşîna hevpar û rêxistinkirina jinê hatin axaftin.    Şandeya KNK bi KODAR û PJAK’ê re polîtîkayên rejîma Îranê û geşedanên li Kurdistana Rojhilat bi awayekî berfireh nirxandin. Di hevdîtinê de komkujiyên jinan ên rejîma Îranê û herî dawî qetilkirina Mahsa Amînî û Şilêr Resûlî û geşedanên pişt re qewimîn hatin nirxandin.