Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî 2022-09-24 13:47:30 ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê dimînin, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li girtîgehê, girtiyan bang li parlamenteran kirin.    Binpêkirinên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê berdewam in. Ji girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Konyayê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê hatin kirin Îbrahîm Sutçu li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku ji 23’yê tebaxê heta niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    Sutçu, da zanîn ku 5 roj berê li gel 3 girtiyên din anîne girtîgehê û ev agahî parve kirin: “Ew girtî jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Di hucreyên yekkesî de tenê saetekê mafê hewadariyê tê dayîn. Di nava rojê de jî gardiyan dikevin hucreyan, heqaretê li me dikin û me devkî me tacîz dikin. Li Girtîgeha Eregliyê, hucreyên yekkesî li me girtiyên kurd ferz dikin. Pêdiviyên me yên bingehîn nayên pêşwazîkirin. Ji bo ku sepanên keyfî yên li girtîgehê lêkolîn bikin, banga me li parlamenteran ew e ku bên serdana girtîgehê. Em dixwazin ku ji hucreyên yekkesî de bên derxistin û derbasî qawîşan bibin. Her wiha daxwaza me ew e ku pêdiviyên me yên bingehîn pêşwazî bikin.”    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) ên Mêrsînê di 14’ê îlonê de têkildarî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê de ev agahî parve kiribûn: “…Girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, hewadarî hevpar nîne, ode li blokên ji hev dûr in, di çarçoveya mafê tenduristiyê de girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin, girtî tenê saetekê derdikevin hewadariyê, di şert û mercên tecrîdê de derdikevin hewadariyê û tecrîdeke sîstematîk heye.”