Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir 2022-09-24 15:11:34   ENQERE - Aktîvîst û muxalîfê siyasî Husseîn Ronaghî yê îranî li pêşiya Girtîgeha Evînê beriya danişîna doza xwe ji hêla polîsên rejîmê ve hat derbkirin.    Nivîskarê blog, aktîvîst û muxalîfê siyasî Husseîn Ronaghî bi hinceta ku rola wî di protestoyên piştî hilbijartinê yên Îranê de heye, di sala 2009’an de hatibû girtin. Şevê din beşdarî weşana zindî ya Televîzyona Îran Înternatîonalê bûbû û têkildarî çalakiyên li Îranê nêrînên xwe parve dikirin. Di vê navberê de polîsan bi ser televîzyonê de girtin. Hat zanîn ku piştî qutkirina weşana Îran Înternatîonalê, Ronaghî hate binçavkirin.    Ronaghî, di sibeha roja piştre dîmenek parve kir û da zanîn ku wî kariye xwe ji nava lepên polîsan xelas bike û dê ji bo danişîna xwe di roja şemiyê de biçe Girtîgeha Evînê. Her wiha ragihand ku heke biryara girtinê bê dayîn, dê di kêliyê de dest bi rojiya mirinê bike.    LI GIRTÎGEHÊ HEWLDANA LÎNÇKIRINÊ   Ronaghî ji bo ku îro beşdarî danişîna xwe bibe çû Girtîgeha Evînê lê ji hêla hêzên rejîmê ve hat derbkirin. Gel li pêşiya girtîgehê mudaxaleyî polîsan kir û hewl dan Ronaghî ji nava lepên polîsan xelas bike. Dîmenên Ronaghî ku ji hêla polîsan ve hat derbkirin û bi ser hişê xwe ve çû, ji hêla Îran Internationalê ve hatin parvekirin. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ronaghî de heta niha tu daxuyanî nehatine parvekirin.    Birayê Hossein Ronaghî, Hassan Ronaghî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Hosseîn Ronaghî li pêşiya Girtîgeha Evînê hat derbkirin. Sûcdarên Komara Îslamî hewl dan li dijî birayê min sûîqestê bikin. Zirareke herî biçûk jî bigihije birayê min, berpirsyarê wê Komara Îslamî ye.”