Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin 2022-09-24 15:23:58   AMED - Xizmên Windakiriyan ên Amedê aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren pirsîn ku wesayîta wan 25 sal berê li cem qereqolê hatibû dîtin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, çalakiya xwe di 711’an de bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin”, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Çalakvanan wêneyên windakiriyan rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka hevjînên hev Zozan û Orhan Eren hat vegotin ku ji 25’ê îlona sala 1997’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka hevjînan xwend.    Di çalakiyê de ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û bal kişand ser Doza Mûsa Anter ku ber demborînê ketibû. Zeytûn, anî ziman ku ew li bendê nebûn ku daraza girêdayî desthilatdariyê biryareke adilane bide û wiha domand: “Têkoşîneke parastvanên edaletê li vî welatî heye. Ev têkoşîn, ji bo dîtina rêyekê tê dayîn. Weke parastvanên mafên mirovan, dê têkoşîna me ya li dijî demborînê û polîtîkaya necezakirinê bidome.”    ZOZAN HAT SIRGÛNKIRIN   Piştre jî Ezgî Sila Demîr çîroka hevjînan xwend: “Zozan û Orhan Eren li navçeya Pasûr a Amedê dijiyan. Zozan, li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê weke hemşîre dixebitiya û hevjînê wê Orhan jî li Licê gardiyan bû. Sê hefte beriya bûyerê, Zozan Eren bi îdiaya alîkariya birêxistinê re sirgûnî Nexweşxaneya Welidînê ya Amedê hat kirin. Qeymeqamtiya Pasûrê ji ewil bangî hemşîre Zozanê kir û jê xwest ku bi daxwaza xwe tayîna xwe bixwaze. Piştre jî du polîsên li qeymeqamtiyê ji Zozanê re gotin; ‘Zozan tu dermanan didî rêxistin, neçarî ku ji vir biçî.’    WESAYÎT LI CEM QEREQOLÊ BÛ   Zarokên Zozan Eren ku tayîna wê bo Amedê derketibû, li cem dayika wê Pembe Toprak a li Pasûrê diman. Zozan Eren, di 24’ê îlona 1997’an de li dayika xwe geriya û got; ‘Ez û Orhan dê sibe bên Pasûrê, zarokan bigirin û biçin Amedê.’ Rojek piştre di roja înê de Pembe Toprak ji ber ku agahî ji keç û zavayê xwe negirt, kete nava fikaran. Di heman şevê saet derdora 24.00’an de bi telefonê li Serdozgerê Girtîgeha Liceyê geriya ku Orhan li wir dixebitî. Jê re got ku agahî ji keç û zavayê xwe nagire û fikarên xwe parve kir. Nêzî du saet piştre hevalekî kar ê Orhan li dayikê geriya û got; ‘wesayîta Orhan 40 mîtroyan nêzî Qereqola Angul a girêdayî Liceyê hatiye dîtin, kesek tê de tune bû.’ Ji malbatê xwest ku serî li cihên têkildar bidin.   Rojek piştre anku di roja şemiyê de dayik Toprak ji bo serlêdanê çû Qereqola Cendirmeyan a Pasûrê. Kesên li qereqolê jê re gotin; ‘Niha betlane ye û em nikarin serlêdana te qebûl bikin. Roja duşemê were.’ Dayik Toprak di roja duşemê de serî li serdozgeriya Pasûrê da û rewş jê re vegot. Dozger, li qereqola cihê bûyerê geriya û xwest agahiyan bigire. Yên qereqolê gotin; ‘bûyereke revandinê pêk hatiye. Orhan û Zozan Eren ji hêla endamên rêxistinê ve hatine revandin.’    DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR   Dozger jî ev agahî bi Pembe Toprak re parve kir û jê xwest ku ji ewil biçe qereqolê û piştre jî serî li Walîtiya Amedê bide. Piştre jî Toprak daxwaznameyek da Qereqolê Angulê lê fermandarê qereqolê jê re got; ‘Her du ji hêla endamên rêxistinê ve hatine revandin.’ Dayik Toprak, piştre jî serî li Walîtiya Amedê da. Walî, di hizûra dayikê de li Qereqolên Lice û Pasûrê geriya û ji dayikê re got ku zarokên wê ji hêla PKK’ê ve hatine revandin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin. Malbatê ji hiqûqa navxweyî encamek bi dest nexist û serî li DMME’yê da. DMME’yê di 21’ê sibata 2005’an de bi sedema ‘binpêkirina mafê jiyanê’ Tirkiye di vê dozê de mehkûm kir.”    Piştî daxuyaniyê, xizmên windakiriyan deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xist.