Keça xwe bi kilaman bi rê kir 2022-09-24 20:17:30   WAN - Endama YJA Starê Aliye Kiye li bajarê xwe Wanê hat veşartin. Dayik Vasfiye Kiye, ji bo keça xwe hine çêkir û wê bi kilamên kurdî bi rê kir.    Endama YJA Starê Aliye Kiye ku di 20'ê Îlonê de li Çiyayê Gorsê yê Pîrana Amedê di êrişeka bi SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest dabû, malbata wê îro cenazeyê wê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê wergirt û anî Wanê. Polîsên ku mudaxileyî merasîma cenazeyê Kiyeyê kirin, hewl dan ku wecîbeyên dînî neyên kirin û gef li malbatê xwarin. Hat diyarkirin ku polîsan gotiye "Ji xeynî ferdên malbatê ger kesek têkeve hundirê goristanê, em ê dest deynin ser cenaze."    Polîsên ku xaniyê malbata Kiyeyê û goristanê dorpêç kirin, nehiştin ji xeynî ferdên malbatê kes têkeve hundirê goristanê. Tevgera Jinên Azad, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û Mûrat Sarisaç, rêvebirên MEBYA-DER'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî demeke dirêj li têketina goristanê hatin sekinandin.   Piştî wecîbeyên dînî yên li mizgeftek li Taxa Şamranalti ya navçeya Tûşbayê, cenazeyê Kiyeyê li Goristana Yali Melezê ya Rêya Armûşê hat veşartin.    ‘RÊYA TE VEKIRÎ BE BÛKA KURDISTANÊ'   Vasfiye Kiye, dayika Aliye Kiyeyê, li mala xwe kilam gotin û ji bo keça xwe hine strand. Dayik Kiye ku kincên kurdî yên keça xwe hilgirtin wiha got: "Ez bi te serbilind im. Rêya te vekirî be. Bûka Cûdiyê, bûka Kurdistanê rêya te vekirî be."   Malbata Kiyeyê, şîna xwe li malê danî. Dayik Vasfiye Kiye ku di şînê de axivî wiha got: "Ez bextyar im, serê me bilind e. Min keça xwe da ser milên xwe, min hine li desta kir û min ew bi destên xwe veşart. Min bi rûkenî ew bi rê kir. Berxwedan jiyan e."