Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye 2022-09-25 09:01:46   MÊRDÎN - Rapora pêzaniyê ya derbarê her du qezayên li Dêrikê de ku 20 kesî jiyana xwe ji dest dabû hat amadekirin. Di raporê de ajovan hatine sûcdarkirin û hatiye derpêşkirin ku tu qisûra Cengîz Holdîngê, polîsan û saziyên dewletê tune ye.    Di 20'ê Tebaxa 2022'yan de li Kolana Qoserê ya di navenda bajarê Dêrikê re derbas dibe TIR'ek ku ji Etî Bakirê ya girêdayî Cengîz Holdîngê bar hilgirtibû qeza kiribû. Gava kesên li derdorê bi hawariya birîndaran ve çûbûn, TIR'eke din a bi heman barî li wan qelibîbû û bi giştî 20 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 40 kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û ajovanên TIR'an Ûmût G. û Yûnûs Ş. hatibûn girtin.    Piştî bûyerê derketibû holê ku Navenda Koordînasyona Gihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin biryar girtiye ku di vê rêyê de çûn û hatina TIR û wesayîtên bargiran bê sînorkirin, lê belê Midûriyeta Polîsan a Dêrikê û Qeymeqamtiya Dêrikê guh li biryara koordînasyonê nekirine. Piştî bûyerê peywira Amîrê Polîsan ê Dêrikê Hasan Alî Korkmaz hatibû guherandin û dozger destûr da ku der barê polîsên ku "îhmal"a wan di bûyerê de hene jî dabû.    Di çarçoveya lêpirsînê de rapora pêzaniyê hat amadekirin.    Di rapora pêzaniyê de ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ew bi dest xist, têkildarî berpirsiyariya Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê tu vekolîn nehatine kirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ajovanên TIR'an Ûmût G. û Yûnûs Ş. pîvan binpê kiriye û tu eleqeya kesên jiyana xwe ji dest dane bi pêkanîna qezayê re tune ye. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku belgeya ajaotinê ya her du ajokaran jî ne di takografê de bûye û fîrmayên taşeron ên TIR û romork şandine jî berpirsiyariyên xwe pêk neanîne.    Her wiha di raporê de hatiye îdiakirin ku tu "îhmal" a fîrmaya Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê tune ye û ji bo saziyên rê çêkirine jî wiha hatiye gotin: "Di vê qezayê de tu îhmalkariyeke sazî û dezgehên ji çêkirin û sererastkirina rê berpirsiyar tune ye."    Di raporê de hatiye derpêşkirin ku polîs û saziyên dewletê yên diviyabû piştî qezaya ewil tevdîran bigirin "bêqisûr" in.    MA / Ahmet Kanbal