Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin 2022-09-25 13:25:11     DÎLOK - 1’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Şaxa OHD’a Dîlokê di kesayeta siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk de ji hemû girtiyên nexweş re hate bexşandin. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker wiha got: “Em soz didin ku ji bo darazeke serbixwe em ê têkoşîna xwe bi mezinkirinê bidomînin.”   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê 1’emîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî li kafeyeke li bajêr lidarxist. Hevserokê Giştî ya OHD'ê Bunyamîn Şeker, Rêveberên Şaxên OHD’ê yÊn Riha û Mêrsînê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl, rêveberên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dîlokê, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Dîlokê, endamê Desteya Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Ergîn Sozen, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Dîlokê,  Komeleya Perwerde, Çand, Tenduristî û Piştgiriyê ya Gundê Tîlkîlerê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û gelek kes tev li lijneyê bûn.    Di lijneyê de wêneyên Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk a tevî nexweşiya demansê nayê berdan, Hakan Arslan ê hestiyên wî di kîsekî de piştî 7 salan radestî bavê wî Alî Riza Arslan hate kirin û pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hatin daliqandin. Lijne di kesayeta Aysel Tûglûk de ji hemû girtiyên nexweş re hate bexşandin   ARMANCA AVAKIRINA OHD’Ê   Di lijneya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de parêzer Berîvan Ozpolat ewilî axivî. Ozpolat têkildarî têkoşîna mafên mirovan ya OHD’ê ya heta roja me agahî dan û got: “OHD ji bo di her qada jiyanê de wekheviyê ava bike hate avakirin.” Ozpolat bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Doza Apê Mûsa ji ber demborînê hate betalkirin. Weke OHD em ê lêgerîna xwe ya ji bo eşkerekirina rastiyên ku Tahîr Elçî weke mîsyona xwe pejirandiye, bidomînin. Her roj em bi xebera mirina girtiyên nexweş hişyar dibin. Aysel Tûglûk tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî nayê berdan. Heta ku em hemû zextan ji holê rakin em ê têkoşînê bidomînin.”   ‘EM PERÇEYEKÎ TÊKOŞÎNÊ NE’   Dû re Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker axivî û wiha got: “OHD li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava 3 salan de di nava demeke kurt de hat birêxistinkirin. Di nava şert û mercên zehmet de me di serdemeke kaosê de li dijî bêhiqûqiyê cihê xwe girt. Em parçeyek ji vê têkoşînê ne. Li Kurdistanê di navbera dewletên netewe de li dijî destketiyên kurdan şer heye. Em li dijî vî şerî weke parêzeran hewl didin tişta dikeve ser milê me bikin. Weke parêzeran em hewl didin berpirsyariya xwe ya qeydkirina vê pêvajoyê û dadgeriya serbixwe bi cih bînin. Em soz didin ku ji niha û pê ve jî wê têkoşîna me bi mezinkirinê bidome.”   ‘DEM DEMA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’   Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku di demeke ku mafên mirovan tên binpêkirin de avakirina Şaxa ÎHD’a Dîlokê girîng e û qala bêhiqûqiyên AKP’ê kirin. Togrûl, binpêkirinên mafan ên girtîgehan bi bîr xist û wiha got: “Li vî welatî girtîgeh weke veguherîne darbestekê. Bi hezaran girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Em ê li dijî van binpêkirinan têkoşîna xwe bidomînin. Duh Tifaqa Ked û Azadiyê ji ber vê yekê deklarasyonek aşkere kir. Heke em neyên gelhev em nikarin vê hişmendiya li pişt vê zilmê restore bikin. Divê em vê hişmendiyê tune bikin. Dem dema mezinkirina têkoşînê ye. Ji ber vê yekê ez hevalên parêzer ên hatin cem hev pîroz dikim.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’   Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê ÇHD’ê Ergîn Sozen silavên Serokê Giştî yê ÇHD'ê yê girtî Selçûk Kozagaçli ji beşdaran re ragihand. Sozen, bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: “Hiqûq nîne. Ev demeke dirêj e ku dewleta hiqûqê miriye. Em ê li dijî vê yekê li rex hev têbikoşin.”    Piştî xwendina raporên xebatê û malî hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Mûstafa Yalçin û Dîlan Çîftçî weke hevserokên nû yên şaxê hatin hilbijartin. Mûstafa Yalçin ku weke Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Dîlokê hate hilbijartin, spasiyên xwe li kesên beşdarî panelê bûn kir û got: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê hewl bidin vê wezîfeya ji me re hatiye dayîn bi rengekî rast bi cih bînin. Em ê di rêya Orhan Dogan û Tahîr Elçî de têkoşîna mafên mirovan bidomînin.”    Lijne bi gerandina govendê ya li gel stranên kurdî bi dawî bû.