Balaç careke din şandin girtîgehê 2022-09-25 20:55:21   ENQERE - Sîbel Balaç a di rojiya mirinê de ji nexweşxaneyê derxistin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.    Buroya Hiqûqê ya Gel, diyar kir ku Sîbel Balaç a di 29'ê kanûna 2021'an de bi daxwaza bi awayekî adil bê darizandin, girtiyên nexweş bên berdan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dest bi rojiya mirinê kiribû û di 9'ê îlonê de sewqî Nexweşxaneya Dişkapı ya Yildirim Beyazit a Enqerê hatibû kirin, ji nû ve şandine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.    Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û ragihand ku hê agahî negirtine ku Balaç birin kîjan qawişê û daxwaza berdana wê kir.