Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê 2022-09-26 09:01:52   STENBOL - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê hêvî, bawerî û kelecanê ava kiriye û ev tişt got: "Divê em her qad û kuçeyê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê."   Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SME), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Civakî ya Azadiyê (TOP) ku li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin, di 24'ê îlonê de li Navenda Kongreyan a Halîçê ya Stenbolê bi beşdariya bi hezaran kesî nexşerêya xwe aşkera kirin. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê di nexşerêya Tifaqa Ked û Azadiyê de peşniyarên çareseriyê yên bingehîn cih girtin. Di daxuyaniyên ku ji aliyê partiyên di tifaqê de cih digirin ve hatin dayîn de jî xeta têkoşîna hevpar derket pêş.    Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal têkildarê "nexşerêya" tifaqê de bi ajansa me re axivîn.  'TIFAQA GEL'   Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, diyar kir ku partiyên tifaqê piştî ku piştgiriya hemû dînamîkên di têkoşîna civakî de cih digirin girtine derketine rê û wiha got: "Di serî de em tifaqê weke 'Tifaqa Têkoşîna Civakî ya Gelan' pênase dikin. Kedkar û karker, gundiyên xizan, kurdên bindest û tune tên hesibandin, kesên baweriya wan tune tê hesibandin, jin û parastvanên xwezayê di tifaqê de cih digirin. Em li dijî Tifaqa Cûmhûr ku AKP-MHP têde cih digirin û weke sedema hemû krîzan nîşan didin, derketine rê. Em li dijî van weke tifaqeke gelan ku deng û têkoşîna xwe dike meriyetê derketin rê. Ev destpêkeke. Ji niha pê ve karê esas herêm bi herêm, bajar bi bajar û qad bi qad  mezinkirina tifaqê ye."   'XETA SÊYEMÎN BÛ HÊVÎ'   Yuce, bi lêv kir ku wan nîşan dan ku gel li dijî her du tifaqan ne bêalternatîf e û bi xeta sêyemîn a pêşkêş kirine hêvî dane avakirin û ev tişt anî ziman: "Em ê bi tifaqê 'Xeta Sêyemîn' ava bikin. Ev tifaq ji bo avakirina Xeta Sêyemîn gaveke girîng e. Ji ber vê ev bû hêviyek. Li gorî min di demên pêş de wê ev tifaq bi xebatên li qadê hêviyê mezintir bike. Lewre ev hê destpêk e. Me dît ku karkerên berxwedêr, kedkar, gelê kurd, dayikên aştiyê, jin, xwezaparêz û sosyalîst li eywanê ne. Em dibînin ku tifaqeke berfireh e.. Ji bo ku ev xurtir bibe em neçar in ku têbikoşin."   'EM Ê PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN'   Bi domdarî Yuce diyar kir ku di nexşerêyê de hatiye destnîşankirin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Em ê çareser bikin. Bi gotina em dixwazin bibêjin ku wê gel pirsgirêkê çareser bikin. Li dijî polîtîkaya tunehesibandina Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Mîllet me peyam da ku ev pirsgirêk yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê demokratîkbûna Tirkiyeyê ne pêkan be."   BANGA TÊKOŞÎNA YEKKIRÎ   Di berdewama axaftina xwe de Yuce, da zanîn ku weke tifaqa armanca wan a yekemîn ew ku di tesfiyekirina pergala AKP-MHP'ê de roleke bibandor bilîzin û wiha axivî: "Peywira me ya yekemîn ew e ku di hilbijartina bê de desthilatê bişînin û piştre avakirina pergaleke demokratîk ku gel bikaribin gotina xwe bibêjin. Me bang li hemû gelan û muxalîfan kir ku di têkoşînê de bibin yek. Heke em vê bi ser nexin em ê nikaribin kêliyek jî tariya li ser welat ji holê rakin. Destpêkê em bi partiyên siyasî re vê tifaqê axivîn. Piştre divê miro bi dînamîkên herêmî, jn, ciwan, xwezaparêz û qadên sendîkayî re bibe yek. Ji ber vê divê em tifaqê mezin û berfireh bikin."   BÎRDAL: HÊVÎ Û BAWERÎ AVA KIR    Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal jî nexşerêya ku tifaqê aşkera kir weke "bernameya ji bo hêviyên aştî, demokrasî, azadî û wekheviya gelan" nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bernameyê hêvî, bawerî û kelecanek ava kir. Me tifaqeke bi vî rengî di bin sîwana Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) de ava kiribû. Em dikarin îro weke ruh û zindîbûna 1995'an bînin ziman. Ev hevdîtineke hê berfirehtir e. Îro li meclisê nûnertiyeke hê bihêztir heye û niha wê bi vê tifaqê nûnertiyeke hê bihêztir pêk were. Em dikarin vê jî xurttir bikin. Wê niha li qaerexê rê temaşekerên derketina ser vê rêyê hebin. Tişta girîng divê bawerî ji wan re bê dayîn û tevlîbûna wan a vê meşê pêk bê."   Bîrdal, bal kişand ser talûkeyên pêşiya hilbijartinê û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: "Tirkiye weke konjektur girêdayî polîtîkayên şer e. Heke şer derkeve û Rewşa Awarte bê îlankirin wê demokratîkbûn, azadîbûn û ewlehiya hilbijartinan nemîne. Divê em vê vebêjin. Divê em ji gelê xwe re vebêjin ku ki ber xerckirinên parastin û ewlehiyê kartol û pîvaz biha bû. Divê em dijberiya şer civakî bikin. Wê demê wê civakîbûna dijberiya şer, weke demokrasî, edalet, mafê mirovan û wekheviyê biçe sindoqan."   BANGA LI HEMÛ MUXALÎFAN    Di berdewamê de Bîrdal, destnîşan kir ku divê her kuçe û qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê û axaftina xwe wiha qedand: "Divê hunermend û ronakbir jî tev li tifaqê bibin. Li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê tu gav nayê avêtin. Binêrin rojek berê çi pêk hat; rojeke dojehê bû. Anku kujer û faîlên Apê Mûsa diyar in. Piştî 30 salan bi hinceta demboriyê dosya hat girtin. Di heman rojê de li lêgerînerên heqîqet û edaletê Dayikên Şemiyê dan û piştevanê wan binçav kirin. Dîsa di heman rojê de daneşîna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat veşartin û hat xwestin bê revandin. Dosyayên komkujiyên Sêwaz û Madimakê hatin girtin. Ji ber wê divê hemû gelên bindest û kedkar ji bo mezinkirina tifaqê bixebitin. Heke wiha bibe wê hêvî û bawerî ji sindoqê derkeve."   MA / Ergîn Çaglar