Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin 2022-09-26 12:17:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku balafirên şer yên dewleta tirk duh bi şev Çiyayê Gare, danê siharê jî gundekî Amêdiyê bombebaran kirine.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer yên dewleta tirk danê siharê gundê Sigêr yê girêdayî navçeya Amediyê ya Dihokê, bombebaran kiriye. Hate ragihandin ku derbarê ziyanan de tu agahî nehatine standin. Li gorî agahiyên ajansê bi dest xistin, duh derengiya şevê jî balafirên şer ên dewleta tirk Çiyayê Garê jî bombebaran kirine.   Balafirên şer ên dewleta tirk duh jî gundên Kurtka û Mêrgerêş ên girêdayî bajaroka Dînarte ya nêzî Akre û Amêdiyê bombebaran kiribûn. Ji ber bombebaranê li herêmê şewat derketibû.