AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike 2022-09-26 14:03:18   ENQERE - Ajansa Anadoluyê (AA) hewl dide çalakiyên ji bo qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Îranê hatine destpêkirin, krîmînalîze bike.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî, di 13’ê îlonê de li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi hinceta ku pora wê xuya dike hat binçavkirin û di 16’ê îlonê de jî bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê çalakiyên protestoyî hatibûn destpêkirin û ev çalakî hêj berdewam in. Çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi pêşengtiya jinan li bajarê Sineyê hatin destpêkirin û niha li her deverê berbelav bûne. Di çalakiyan de jinan weke bertek dersokên xwe çirandin û şewitandin.    Çalakî di roja de 10’emîn de berdewam in. Çalakî niha li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û bajarên weke Tehran, Welîesîr, Ekbatan, Setarxan, Sadiqiye, Aryaşehîr û Saedet Abadî yên Îranê berbelav bûne û roj bi roj berfirehtir dibin. Di êrişên hêzên rejîma Îranê yên heta niha de bi dehan çalakvan hatin qetilkirin. Her wiha tê gotin ku heta niha bi hezaran çalakvan jî hatine girtin. Li gel çalakvanan, her wiha rojnamegera ku mirina Jîna Mahsa Amînî kiribû nûçe Nîlûfer Hamedî, nûçegihana wêneyan Yelda Meîrî û Fatma Rajap jî di encama serdegirtina malan de bi lêdanê hatin binçavkirin.    AA HEWL DIDE ÇALAKIYAN KRÎMÎNALÎZE BIKE   Çalakiyên ku jin û gelê Îranê pêşengtiya wê dike, ji hêla beşa inglîzî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ve girêdayî PKK’ê hatin kirin. Di nûçeya AA’yê de hat îdiakirin ku PKK çalakiyên li Îranê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û ji bo vê jî cih da pisporekî netirk. Her wiha di nûçeyê de her wiha nêrînên hîndekarê Zanîngeha Parastina Neteweyî ku girêdayî navenda Enqereyê ye Dr. Çagatay Balci. Balci îdia dike ku rêxistinên girêdayî PKK û Îranê hewl didin ji çalakiyên heyî sûd bigirin.    AA’yê bi gotina “PKK û komên girêdayî Komelê li bajarên ku gelemperî kurd lê dijîn dest bi tevlibûna çalakiyan kir” hewl dan çalakiyan krîmînalîze bikin.