Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2022-09-26 15:03:35   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a parêzbendiya wê hate rakirin, 23 roj in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê di meha adarê de hate rakirin, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibir de di 2’yê îlonê de li Stenbolê hate binçavkirin. Guzel, a dema hate binçavkirin polîsan mûameleya xerab û tundî lê kirin di 3’yê îlonê de hate girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.    Guzel ji roja hatiye girtin ve di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Parêzerê Guzel a 23 roj in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin, Veysî Eskî beriya du rojan serdana Guzelê kir. Eskî, diyar kir ku tenduristî û moralê Guzelê baş bû û da zanîn ku Guzel ji bo biçe cem jineke ku ji heman dozê tên darizandin 3 caran daxwazname daye. Eskî, bi lêv kir ku heta niha ji daxwaza Guzelê re bersiveke nivîskî nehatiye dayîn lê rêveberiya girtîgehê bi devkî bersiveke neyînî daye Guzelê. Eskî, anî ziman ku ji ber tecrîda heyî Guzel zehmetiyê dikişine û di odeya wê de radyo û televizyon nîne. Eskî, da zanîn ku di heman demê de pirtûkên dema Guzel hatiye girtin jê re hatine şandin nû dane wê.