Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin 2022-09-26 17:02:38   STENBOL -  Xebatkarê Kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Dîşari bi hincetên qerta danasînê ya kovarê sexte ye”, nûçeyên derheqê wî de hatine weşandin û kovara ku difirot, hat girtin.    Xebatkarê Kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Dîşari duh dema di kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tekîrdagê de kovar belav dikir, hat binçavkirin. Dîşari li Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê dihat ragirtin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “fînansmaniya rêxistinê dike” îfade da emniyetê.    Dîşari, sûcdariyên li emniyetê dihatin kirin red kir û da zanîn ku kovaran ji weşanxaneyan digire û difiroşe û ev yek jî sûc nîne.    NÛÇEYÊN DERHEQÊ WÎ DE WEKE SÛC NÎŞANDAN   Di heman demê de Dîşari di dema êrişa li dijî avahiya HDP’a Bahçelîevlerê ya di 28’ê kanûna 2021’an de li avahiya partiyê bû û di êrişê de ji hêla êrişkar Muhammet Eren Sutçu ve hatibû birîndarkirin.  Têkildarî êrişê jî Dîşari bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû. Dîşari, di îfadeya xwe de destnîşan kir ku endamê HDP’ê ye û nûçeyên derheqê wî de ne tenê di MA’yê de lê di gelek malperên nûçeyan de hatine weşandin.    Dîşari, îro sewqî Edliyeya Tekîrdagê hat kirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Tekîrdagê kir. Dîşari, li dadgeriyê jî heman îfadeyê xwe dubare kir.    Parêzerê Dîşari, Ozcan Kiliç da zanîn ku dahata kovaran hezar lîre jî nagirin û wiha got: “Lewma mirov nikare bi vê yekê alîkarî fînansî daye rêxistinê. Miwekîlê min yek ji berpirsyarên kovarê nîne û lewma nikare bê sûcdarkirin. Qerta çapemeniyê ya li ser Dîşari jî tenê qerta danasînê ye. Delîlên heyî di dosyayê de hene û gumaneke ku delîlan tune bike li holê nîne. Her wiha navnîşana wî diyar e û gumana revê jî nîne. Ji ber vê sedemê jî dixwazim ku miwekîlê min bi awayekî negirtî bê darizandin.”    ÎDIAYA QERTA DANASÎNÊ ‘SEXTE’ YE   Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Dadgeriya Cezayên Silhê, şandeya dadgehê îdia kir ku qerta danasînê ya li ser Kovara Modernîteya Demokratîk “sexte” ye. Her wiha dadgeriyê bi hinceta “naverok” û “wesfa” Kovara Modernîteya Demokratîk, biryara girtina Dîşari da. Dîşari, şandin Girtîgeha Mûratli ya Tekîrdagê.