PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin 2022-09-26 23:53:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda PENa Kurd, piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê ragihand û xwest li her derî piştevaniya xwepêşandan û çalakiyên gelên Îranê bê kirin.    Navenda PENa Kurd, têkildarî xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê yên têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Aminiyê daxuyaniyek bi nivîskî belav kir.    Daxuyaniya ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hatiye belavkirin bi vî awayî ye:   "Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, kurdên li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd de daketin qadan û bertek nîşan dan. Ev bertek di demeke kurt de ji bo azadî û mafên seretayiyên jiyanê li Kurdistan û tevahiya Îranê veguherî serhildan û raperînê û li seranserî Îranê vegirt.   Nîşaneya vê ya herî şênber dengvedana dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê, Îran, Efxanîstan û li her çar milên Kurdistan û cîhanê ye.   Ev serhildan û raperîn, herçiqas di encama qetilkirina jineke kurd de pêk hatibe jî di bingeha xwe de, encama zilm, zordarî, zext, êriş, girtin, îşkencekirin, recmkirin, darvekirin û qirkirinên ji 40 salan zêdetir ên pergala dîktator, totalîter û kujer a Komara Îslamî ya Îranê li hember hemû gelên Îranê ye.   Pergala îslamî ya siyasî neyarê hemû kesên azadîxwaz û gelên azadîxwaz e. Piştî serhildan û raperîna seranserî li Îranê gelek berxwedêr û serhildêr hatine qetlkirin, birîndarkirin û girtin. Gelek rojnameger, xebatkarên çandê û çalakgerên mafê mirovan, rastî êrişan û girtinê hatine, agahiyek ji wan nayê hildan û jiyana wan di xeterî de ye.   Divê hemû cîhan dengê gelên Îranê, bi taybetî jî dengê jinan ku di 40 salên desthilatdariya Komara Îslamiya îranê de hatine tepeserkirin û ji biçûktirîn mafên însanî bêpar mane bibihîze û ji bo pêkhatina armancên wan ên herî mirovîn û xwezayî çi pêwîst be bike.   Em weke Navenda PENa Kurd, bi awayekî gelek zelal diyar dikin ku weke roja pêşîn, niha jî heya dawiyê bi daxwazên rewa û demokratîk ên gelên Îranê yên azadîxwazane re bin.   Herwiha em bang li hemû tevger, sazî, dezgeh, platform, rewşenbîr û kesayetiyên gelê kurd, gelên Îranê û tevahiya azadîxwazan dikin ku bi hiş û giyanê homanîte û demokratîk, li her derê pêşengî û piştevaniya vê serhildan û raperîna dîrokî bikin.   Erk, peywîr û berpirsyariya nivîskarî û rewşenbîriyeke rasteqîn a mirovî, wijdanî, civakî, rewşenbîrî, neteweyî ew e ku ji bo azadiya gel û neteweya xwe li pêşiyê be, ji her milî ve bibe pêşeng û têkoşer.   Em ji nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd li Kurdistan, Ewropa û cîhanê, PENên hemû welatan, PENa Navneteweyî dixwazin bi têkoşîn û çalakiyên xwe yên cur bi cur pêşengiya vê serhildan û raperînê bikin û bi rengekî herî çalak bi gelê hemû gelên Îranê yên azadîxwaz re bin."