Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim 2022-09-27 09:06:55 AMED - Li şûna avahiyên dîrokî yên tescîlkirî yên li Sûrê ku di dema qedexeya derketina derve de hatibûn xerakirin, avahiyên dûrî tevna dîrokî ya bajêr hatibûn çêkirin. Şêniyê navçeyê Alî Uzmez ê xaniyê wî hatiye xerakirin got ku ew kevirên mala xwe yên dîrokî dixwaze.    Avahiyên ku li navçeya Sûrê ya Amedê ya di dema qedexeya derketina derve ya sala 2015'an hatibûn serobinokirin, li şûna avahiyên dîrokî yên tescîlkirî tên çêkirin, berî ku bên temamkirin hildiweşin.    Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê di 21'ê adara 2016'an de li 6 taxên navçeyê ji bo 6 hezar û 292 parselan biryara "îstimlaqkirina lezgîn" dabû. Li gorî rapora Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) di dema qedexeyê de 334 jê tescîlkirî herî kêm 3 hezar û 569 avahî hatine xerakirin. Ji şêniyên ku li şûna xaniyên wan ên dîrokî xaniyên dûrî tevna dîrokî ya bajêr tên çêkirin Alî Uzmez, bi salan e ji bo heqê xwe têdikoşe. Uzmez got: "Xaniyê min ê dîrokî xera kirin û ez nizanim bê çi kirine ji kevirên wî. Ev salek e dest bi restorekirinê kirine, lê berî qata ewil temam bikin dîwar hilweşiya. Ji lew re malzemeyên bi kar tînin bi navê xwe malzeme ne, lê di esasê xwe de ne malzeme ne. Hemû xwelî ne. Avahî bi zorê li ser pêyan disekine. Stûn xistine bin binban û dîwarên wê dihejin."   'EM VAN AVAHIYAN QEBÛL NAKIN'   Uzmez bibîr xist ku di sala 2015'an de xaniyê wî jî di nav de gelek avahiyên dîrokî hatine xerakirin û wiha domand: "Piştî 6 salan dest bi restorekirinê kirin. Ger kes di van xaniyan de hebûna belkî di bin dîwarên wan de jiyana xwe ji dest bidana. Baweriya me bi xaniyên wan nayê. Em van avahiyan qebûl nakin."    Bi domdarî Uzmez destnîşan kir ku di restorekirinê de ne kevirên berê kevirine din tên bikaranîn û ev tişt anî ziman: "Ev kevirên tên bikaranîn wekî deqan in, li ser hev xwe nagirin, hildiweşin. Her wiha xerca tê bikaranîn jî wekî xweliyê ye. Ev xanî, bi van malzemeyan tên çêkirin. Îja em ê çawa baweriya xwe bi wan bînin û têkevin van xaniyan. Sibê dusibe malbata min bê di van xaniyan de bimire û ev xanî bi ser wan de hilweşe dê kîsa hesab bide?"   Uzmez bilêv kir ku ew xaniyê xwe yê berê dixwaze û ew bi tu awayî van avahiyên li şûna yên berê tên çêkirin qebûl nakin.    ‘DÎROK TUNE KIRIN’   Uzmez di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tu hêla dîrokî ya van xaniyan nemaye û wiha bi dawî kir: "Ev çend sal in em mexdûr kirine. Tu kes nayê li halê me napirse. Nabêjin, ka ev mirov çi dikin çi nakin. Sibê dusibe dê TOKÎ van avahiyan biqedîne û min têxe bin deynan."   MA / Mehmet Guleş - Mujdat Can