Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn 2022-09-27 10:59:27 AMED -  Li navçeya Çinarê kamyonekê û traktorekê li hevdû dan. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe dest da, 5 kes jî birindar bûn.   Li ser rêya gundê Xanikê yê giredayî navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê, kamyoneke bi pîleqeya 34 EPC 852 û traktora bi pîleqeya 21 ED 569 ku di heman îstîqamêtê diçûn li hevdû dan. Di dema qezayê de ji malbata Kiliç 6 kes di traktorê de hebûn. Di encama qezayê de ji malbatê Berzan Kiliç (21) jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendermeyan çûn cihê qezayê. Tîmên tenduristiyê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Hate diyarkirin ku xetereya jiyanî ya 2 birîndaran heye. Tedawiya birîndaran a li nexweşxaneyê berdewam dike. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.