Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe 2022-09-27 11:01:11   ENQERE – Dîroktorê ÎHR’ê Mahmood Amiry Moghaddam da zanîn ku hikûmeta Îranê hewl da bi qutkirina înternetê re ji çalakvanan re bibêje “kesek dengê we nabihîze, we nabîne û em çi bixwazin dikarin bi serê we bînin” û wiha got: “Dixwazin motîvasyon û moralê çalakvanan xerab bikin. Lê di vê mijarê de bi ser neketin.”    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî li Îranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin û çalakiyên ji bo Amînî hatine destpêkirin di roja 11’an de berdewam in. Rejîma Îranê jî hewl dide bi darê zorê, zextê, girtin, binçavkirin û kuştinan rê li ber çalakiyan bigire lê belê tevî hemû êrişên dijwar jî çalakvanan kolanan naterikînin. Çalakî, bi pêşengtiya jinên ku dersokên xwe derxistin û pora xwe jê kirin dest pê kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, heta niha 54 kes ji hêla polîs û Mihafizên Şoreşê yên Îranê ve hatin qetilkirin û rejîm ji bo ku çalakî di qada navneteweyî de xuya neke jî serî li qutkirina înternetê da ye.                             Dîrektorê Komeleya Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amiry Moghaddam têkildarî çalakiyên li Îranê bi ajansa me re axivî.    Moghaddam di serî de bal kişand ser çalakiyên di sala 2019’an de hatibûn kirin û wiha got: “Rayedarekî îranî ku navê xwe aşkera nekiribû têkildarî encamên çalakiyên mijdara sala 2019’an bi Reutersê re axivîbû û diyar kiribû ku di çalakiyan de 500 kes hatine kuştin. Weke Komeleya Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî me karî tenê kuştina sed kesan teyîd bikin. Lê belê gelek rapor hatin ber destê me ku gef li malbatan hatibûn xwarin ku derheqê mirinan de neaxivin. Lê belê dema em li encamên xebatên xwe dinihêrin, di çalakiyên mijdara 2019’an de zêdetirî hezar û 500 kesan hatibûn kuştin. Lê ji ber astengiyên ragihandinê, gefên rejîmê yên li ser malbatan û gefên kuştinê yên li ser me, hejmara rast nehat parvekirin. Lê belê hejmara ku komeleya me piştrast kirî 328 û ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî piştrast kirî 324 bû. Rayedarên îranî bi xwe jî weke 200 kes destnîşan kiribûn. Lê tu carî negotin bê ka kê ev 200 kes kuştine. Dema peywirdarên Îranê sûcan dikin, kesek hesabê nade.”   BI HEZARAN KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN   Bi domdarî Moghaddam diyar kir ku di çalakiyên mijdara 2019’an de bi hezaran kes hatin girtin û ev tişt anî ziman: “Gelemperiya van di nava çendek mehan de hatin berdan. Ji bo berdanê kefalet hat xwestin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hejmareke zelal di destê me de nîne lê em dizanin ku hejmareke ji wan niha hêj di girtîgehê de ne. Her wiha li hinek girtiyan cezayê îdamê lê hat birîn. Lê kesek nehat bidarvekirin. Ji bo sekinandina cezayê îdamê yê 5 kesan di qada navneteweyî de kampanyayên mezin hatin destpêkirin. Dê bedela polîtîk a van kesan ji bo Îranê giran bûya. Lewma rejîmê cesaret nekir wan îdam bike.”    ‘DIXWAZIN MORALÊ ÇALAKVANAN XERAB BIKIN’   Di berdewamê de Moghaddam qala sedemên qutkirina înternetê kir û wiha axivî: “Du sedemên qutkirina înternetê hene. Ya yekemîn; naxwazin sûcên wan bi rapor û dîmenan bên îspatkirin û bi cîhanê re bên parvekirin. Lê sedema herî girîng ew e ku dixwazim bibêjin; ‘kesek dengê we nabihîze, kesek we nabîne û em çi bixwazin dikarin bi we bikin.’ Bi vê yekê re motîvasyon û moralê çalakvanan xera bikin. Lê heta niha di vê mijarê de bi ser neketine. Bi roja ye înternet girtî e lê li şûna ku kolan vala bibin, roj bi roj bêhtir tije dibin. Bêguman fikarên me hene ku bi tijebûna kolanan re dê tundî jî zêdetir bibe.”    ‘TU AGAHÎ JI ŞINO NAYÊN GIRTIN’   Çendek roj berê agahî dihatin ku bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê bi temamî ketiye destê çalakvanan. Têkildarî agahiyên dawî yên li Şino jî Moghaddam wiha got: “Ji bilî parvekirinên çalakvanên kurd ên li hundirê Şinoyê, em tu agahiyan ji wir nagirin. Bi tu awayî mirov nikare ji hundirê Şino agahî bistîne. Li wir çi diqewime haya kesekî jê nîne.”    ‘HEJMARA KESÊN TÊN ÎDAMKIRIN ZÊDE DIBE LÊ GEL NATIRSE’   Têkildarî aqûbeta çalakvanên tên binçavkirin û girtin Moghaddam ev tişt anî ziman: “Me rewşa girtiyên di çalakiyên din de dişopand lewma xwedî tecrûbe ne. Dê her cureyên zor û zextê biceribînin. Dê girtiyan îşkence bikin. Dê bi darê zorê bi wan bidin gotin ku piştgiriya aborî ji hêzên derve digirin û fermanê ji wan digirin. Her tim vê rêbazê diceribînin. Rejîma Îranê her tim dixwaze bibêje gel, pirsgirêka min bi we re nîne lê bi hêzên derve re heye. Weke ku hûn jî dizanin Îran bi îşkence û nêzikatiya xerab bi nav û denge. Mixabin dê ev tişt pêk bên. Bi destpêkirina çalakiyan re hejmara kesên tên bidarvekirin zêde bû. Rejîma Îranê ji bo tirsandina civakê, îdamê weke rêbazek bi kar tîne. Lê belê ev jî êdî bi kêr nayê. Hejmara kesên tên darvekirin zêde dibe lê tevlibûna çalakiyan zêdetir dibe.”   ‘BIRÎNDAR BÊYÎ KU BÊN DERMANKIRIN DIŞÎNIN NEXWEŞXANEYÊ’   Moghaddam, da zanîn ku Îran li gorî ti berpirsyariyên navneteweyî tevnagere û ev agahî parve kirin: “Rapor di destê me de hene ku bi rêya ambulansan polîs û muhîmat tên veguhestin. Heta kesên binçavkirî têxin van wesayîtan. Birîndarên di ambûlansê de jî li şûna nexweşxaneyê, dibin cihên nayên zanîn. Lê ev agahî me hêj piştrast nekiriye. Di çalakiyên wiha mezin ên li Îranê de her tim hejmareke zêde ya polîsan li nexweşxaneyan tên bicihkirin. Hêj birîndar nehatin dermankirin îfadeyên wan digirin û gefan li bijîşkan dixwin ku agahiyê nedin derve. Heta gelek caran birîndarên giran bêyî ku werin tedawîkirin dişînin girtîgehê.”    JO BO ROJNAMEGER Û CÎHANÊ BANG   Herî dawî jî Moghaddam ev bangawazî li rojnameger û raya giştî ya cîhanê kir: “Hemû sazî û rêxistinên li ser mafên mirovan niha li Îranê xebatan dimeşînin, di bin talûkeya hikûmeta Îranê de ne. Lewma em baş pê dizanin ku dê tiştên weke girtina malperên webê, êrişên sîberê û girtin çêbibin. Em jî hewl didin li dijî van êrişan tevdîrên xwe bigirin. Lê carnan ev tevdîr bi têrî nakin. Lewma banga me ya ji bo civaka navneteweyî û rojnamegeran ev e; di serî de ji ewil her kesên derheqê qadê de xwedî agahî bila ji ewil li ser hesabên me yên medyaya civakî agahî bidin me yan jî Hengaw, KHRN û saziyên din. Bi hezaran îraniyên li dîasporayê hene ku malbatên wan jî li vê derê ne. Ew jî dikarin agahiyan bi me re parve bikin. Van agahiyan bi me û rojnamegeran re parve bikin. Ji bo ku dengê kesên li Îranê daketine kolanan were bihîstin, ev yek girîng e. Rayedarên Îranê înternet qut kirin ji ber ku naxwazin dengê me were bihîstin. Dixwazin bibêjin kesek dengê we nabihîze û em çi bixwazin dikarin bi serê we bînin. Lê dema çapemenî nûçeyên berxwedêran diweşînin, ev yek motîvasyon û moralê berxwedêran gelek xweş dike. Her wiha ji bo rejîma Îranê jî hişyariyeke. Ji rejîmê re tê gotin ku dinya we temaşe dike û hûn dê hesabê bidin.”    MA /  Gozde Çagri Ozkose