Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin 2022-09-27 12:46:53   AMED - Çalakiya malbatên girtiyan a Nobeta Edaletê didome. Malbatên ku 11 meh in li edaletê digerin xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.    Malbatên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan û bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 315’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Pişştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    11 MEHIN LI EDALETÊ DIGERIN   Di çalakiyê de ji xizmên girtiyên nexweş Încî Guler anî ziman ku ev 11 meh in li edaletê digerin û wiha got: “Devlet Bahçelî, Wezîrê Edaletê û Erdogan bi qanûnên derdixînin re tenê alîgirên xwe ber didin lê zarokên me bernadin. Em ê ji bo mafên zarokên xwe li her deverê bin û li her qadê li ber xwe bidin. Em ê di rêya wan de bin û xwedî li doza wan derkevin. Zarokên me tiştekî xerab nekirine lê niha di nava çar dîwaran de ne. Hemû kesên karên xerab dikirin hatin berdan. Lê belê zarokên me bernadin. Banga me ya ji bo Wezareta Edaletê ev e; bi qanûnên we derxistin re dilîzin. Zarokên me yên 30 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn tevî ku cezayê xwe xelas kirine jî nayên berdan. Di hundirê girtîgehê de qanûnên nû derdixînin. Em vê qebûl nakin. Zarokên me li hundir û em jî dê li derve li ber xwe bidin.”    BANG LI MALBATÊN GIRIYAN KIRIN   Bi domdarî Guler wiha bang li malbatên girtiyan kir: “Banga me ji bo hemû malbatên girtiyan ew e ku bibin dengê zarokên xwe. Bila li hemberî qanûnên li dijî wan hatine derxistin derkevin. Ez jî yek ji xizmên girtiyan im. Divê birayê min berdin lê bernadin. Tu girtiyekî nexweş nayê berdan.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.