Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin 2022-09-27 14:06:17   STENBOL - Doza Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan dîsa hat taloqkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û derheqê Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê Reyhan Çapan de jî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “bi rêya çapemenî-weşanê propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. 22’yemîn danişîna doza Çapan li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Danişîn bi tespîtkirina nasmayê dest pê kir. Dadgehê da zanîn ku biryara girtinê ya ji bo Bulent Toraman, Cimşît Atilgan û Nebahat Akman pêk nehatiye û biryar da ku xwe li benda înfazkirina vê biryarê bigirin.    Dadgehê, danişîna dozê taloqî 7’ê sibata sala 2023’yan kir.