Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin 2022-09-27 14:12:19   MÊRSÎN - Di serdegirtina polîsan a li ser mala malbata Dilşah Ercan a ku hat diyarkirin li Mersînê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye de 4 kes hatin binçavkirin.     Li dijî Mala Polîsan a Tece ya li Taxa Denîz a girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê duh bi şev erişeke bombeyî û bi çekan hate lidarxistin. Di êrişê de polîsekî jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Dilşah Ercan a ku tê gotin êrîş pêk aniye û jineke ku navê wê nehat zanîn bi teqandina bombeya li ser xwe jiyana xwe ji dest dane. Piştî êrişî kesekî navê wî nehat zanîn hate binçavkirin.    MALBATA ERCAN BINÇAVKIRIN   Polîsan bi ser mala malbata Ercan a li Mêrsînê dijîn de girtin. Di serdegirtinê de bav Şerafettîn Ercan û bira Mûrat, Yasîn û xwişt Aysel Ercan hatin binçavkirin û birine Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.    Hate hînbûn ku cenazeyê 2 jinên ku hate diyarkirin di êrişê de jiyana xwe ji dest dane wê rêbikin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê.