Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir 2022-09-27 14:38:37   CENEVRE - Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasani têkildarî êrişên dijwar ên rejîma Îranê yên li dijî protestoyên bo qetilkirina Jîna Mahsa Amînî tên lidarxistin daxuyanî da û Îran hişyar kir.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî di 13’ê îlonê de li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi lêdanê hatibû binçavkirin û di 16’ê îlonê de jî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Amînî, di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li gelemperiya Îranê çalakî dest pê kirin û ev çalakî hêj berdewam in. Di encama êrişên dijwar ên hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê de bi dehan çalakvan hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran jî hatin binçavkirin. Di heman demê de rejîmê înterneta li welêt jî qut kir. Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasani têkildarî mijarê li avahiya NY’yê ya li Cenevreyê daxuyanî da û bang li Îranê kir ku dev ji êrişên xwe yên li dijî gel berde.    Shamdasani da zanîn ku ji ber qutkirina înternetê, hejmara kuştî, birîndar û girtiyan baş nayê zanîn û wiha got: “Li gorî daneyên medyaya dewletê, ji 24’ê îlonê ve 41 kes hatine kuştin. Li gorî daneyên rêxistinên civaka sivîl jî li 11 bajaran jin û zarok jî di nav de bi dehan kes hatine kuştin û bi sedan birîndar hene. Hinek pêşeng, protestoyên heyî reş dikin û li dijî çalakvanan tundiyeke zêde bi kar tînin. Em ji vana geşedanan bifikarin. Nabe ku di çalakiyan de çek bên bikaranîn. Li gorî raporên ji herêmê; gelek parastvanên mafên mirovan, parêzer, aktîvîstên civaka sivîl û herî kêm 18 rojnameger hatine girtin. Hikûmet hejmara binçavkiriyan parve nake. Şefekê polîsan dibêje ku tenê li bajarê Gîlanê 60 jê jin bi giştî 739 çalakvan hatine binçavkirin. Banga me li rayedarên Îranê ew e ku mafê darizandina adilane biparêze û kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin berde.”    ‘NECEZAKIRINEKE MAYÎNDE HEYE’   Herî dawî jî Shamdasanî ev tişt anî ziman: “Qutkirina înternetê, di mijara xizmetên ragihandinê de, di mijara agahî standinê, çalakiyên aborî û xizmetên cemaweriyê de rêl i ber pirsgirêkên mezin vedike. Ev rewş jî di serî de mafê azadiya xweîfadekirinê, rê li ber gelek binpêkirinên din ên mafan vedike. Banga me ji bo rayedarên Îranê ew e ku dîsa înternetê vekin. Di çalakiypên mijdara 2019’an û gulana 2022’yan de hêzên ewlekariyê bi alavên mirovkuj êriş kiribûn. Xuyaye ku heman binpêkirin dîsa tên kirin. Ev jî nîşan dide ku necezakirin, li Îranê mayînde bûye. Îran, yek ji aliyên Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ye û divê rêzê bo mafên xwepêşandan û xwebirêxistinkirinê bigire.”