6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan 2022-09-27 16:24:14   AMED - 6 kesên ji bo di maça Amedspor û Bûrsasporê de ala Herêma Kurdistana Federe vekiri bûn, hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    6 kesên ji bo di maça Amedspor û Bûrsasporê de ala Herêma Kurdistana Federe vekiri bûn, duh hatin binçavkirin, piştî kirariyên îfadeyan ên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Her 6 kesên ku dozgeriyê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” îfadeyên wan wergirtin, bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar kirin. Dadgehê her 6 kes bi şertê kontrola edlî berdan.