Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e 2022-09-27 16:30:49   AMED - 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar dabû ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglû di doza qetilkirina Tahir Elçî de weke şahid were guhdarîkirin lê ji vê biryara xwe geriya. Baroya Amedê bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Ev biryara jêvegerîna şahidiyê skandaleke rûreş e.”    Baroya Amedê têkildarî bêhiqûqî û biryarên di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dosyaya Tahir Elçî bêxwedî nîne” hatibû vekirin û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û nûnerên baroyên Şirnex, Sêrt û Êlihê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin û Eren da zanîn ku ji destpêka lêpirsîn û doza cînayeta Elçî heta niha skandalên li pey hev hatine kirin ku di lîteratûra hiqûqê ya cîhanê de cara ewil bi cih bûne.    Nahît Eren, diyar kir ku dozgeriyê ji bo gotinên Tahir Elçî di nava 9 rojan de doz vekiribû lê belê derheqê qetilkirina Elçî de piştî lêpirsîna 4 sal û nîvan doz vekiriye. Eren, bi domdarî wiha got: “Delîlên cînayetê hatin reşkirin û heta ev delîlên hatine reşkirin jî bi rêk û pêk nehatin komkirin. Lêkolîna cihê bûyerê ya li Mînareya Çar Ling, sê meh û nîv piştî cînayetê hat kirin. Heke rapora ji hêla Saziya Avahîsaziyê ya Edlî ya Londonê ku li ser daxwaza Baroya Amedê hat amadekirin jî nebûya, derheqê her sê polîsan de jî doz nedihat vekirin.”    HELWESTA 10’EMÎN DADGEHA CEZAYÊN GIRAN   Bi domdarî Eren destnîşan kir ku piştî zexta raya giştî û hewldanên zêde doz hat vekirin û wiha pê de çû: “Ji bo ku doz pêş nekeve, di mijara tespîtkirina çalakî û faîl de her astengî hatin derxistin. Hêj di danişîna ewil de xuya bû bê ka 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi kîjan nêrînê nêzî dozê dibe. Şandeya dadgehê ji ber çend gotinên hevjîna Elçî, Turkan Elçî, gef xwar ku ji eywanê derxîne. Heman gef li parêzeran jî hat xwarin. Di dema danişînan de derket holê ku dozgeriyê bi xwe gef li şahidan xwariye ku bûyerê berevajî bikin, ji armancên darazê dûr bixin û bi sozên cuda neçarî şahidiya derewîn kirin. Tevî van rastiyên tirsnak jî şandeya dadgehê tiliya xwe jî nelivand û red kir ku derheqê dozgerê zext li şahidan dikir ku agahiyên derew bide û hêzên ewlekariyê yên îşkence li şahidan kirin lêpirsîn were destpêkirin.”    HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Di berdewamê de Eren, anî ziman ku heke li welatekî kesekê mîna Tahir Elçî rastî sûîqestê bê, divê hemû saziyên dewletê ji bo ronîkirina cînayetê bikevin nava hewldanê û wiha pê de çû: “Lê belê ji bilî parêzeran, tu kesekî di mijara sûîqesta li dijî Elçî de bizavek nekir. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê weke ku peywira wê be, hemû daxwazên ku dê dozê pêşde bibe û cînayetê ronî bike red kir. Niha jî bi rûniştinên beriya me tên lidarxistin re, daxwazên dozgeran ên beriya nêrîna me hatin qebûlkirin re, bi biryarên navberê yên ji bo delîlên hatine peydakirin re xuya dibe ku armanca dadgehê ne ronîkirina sûîqestê lê dixwaze li ser vê dosyayê dîroka me ya siyasî û hafizeya civakî di tariyê de bihêle. Herî dawî jî di 19’ê îlona 2022’yan de bêyî ku haya me parêzeran jê hebe, rûniştineke navberê li dar xistin û biryar da. Bi vê yekê re skandaleke din li skandalên xwe zêde kir. Pir aşkeraye ku divê dadgêrên ev biryar îmzekirin xwe ji vê dozê vekişînin.”    ÇI GUHERÎ KU DAVUTOGLÛ LÊVE BÛ?’   Eren, bal kişand ser gotinên serokwezîrê berê Ahmet Davutoglû ku ji bo qetilkirina Elçî pênaseya “sûîqesta siyasî” dikir û ev tişt anî ziman: “Me gelek caran daxwaz kir ku têkildarî cînayetê bila Davutoglû bê guhdarîkirin. Li ser israra me jî dadgehê di 15’ê hezîranê de ev daxwaza me qebûl kir û biryar da ku di 23’ê mijdarê de li Davutoglû bê guhdarîkirin. Lê belê di rûniştina 19’ê îlonê de gelemperiya şandeyê dengên xwe paşve kişandin û biryara guhdarîkirina Davutoglû paşve kişand. Ev biryar, skandaleke rûreş e. Bi rastî jî çi qewimî ku gelemperiya endamên dadgehê ji biryara xwe lêve bûn? Bi vê biryarê re careke din xuya bû ku dadgeh naxwaze doz pêş bikeve. Gelemperiya endamên şandeyê jî îradeya xwe bi vî rengî nîşan dan. Lewma jî me îro daxwaznameyek jê re şand û jê re got ku em wan qebûl nakin. Gelemperiya endamên dadgehê û dozê hev nagirin. Banga me ew e ku dev ji peywira xwe berdin. Em ê heta dawiyê dev ji vê dozê bernedin. Heta ku gelemperiya endaman xwe ji vê dozê vedikişînin jî em ê daxwaza redî dadger bikin.”    ‘HÊJ TIŞTEK NEGUHERÎ YE’   Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî da zanîn ku ev 7 sal in banga dîtina kujerên Tahir Elçî dikin û wiha bertek nîşan da: “Ev 7 sal in em dibêjin ku bila rapirsîneke baş bê kirin, delîl bên komkirin û pêşî li ber reşkirina delîlan bê girtin. Piştî 4 sal û nîvan, li ser hewldanên baro û hempîşeyên me, teqîbat hat destpêkirin. Tu îro li vir dest bi meşê bikî, di her 20 gavan carekî de dê qeyd derkevin. Piştrast bin ku tu ferqa wê ji sala 2015’an nîne. Lê her çi musîbet be, bi tu awayî xwe negihandin wan qeydan. Heta ku kujerên Elçî tên girtin û cezayên herî giran digirin, em ê dev ji vê dozê bernedin.”   ‘DADGEH SERBIXWE NÎNE’   Ji parêzerên dosyayê Orhan Kemal Cengîz jî bertek nîşanî biryara dadgehê ya derheqê Davutoglû de da û wiha bi dawî kir: “Bi vê darizandinê re xizmên Tahir Elçî careke din hatine mexdûrkirin. Tehemûla me ya li hemberî vê pêvajoyê nema ye. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ragihand ku ew bêalî û serbixwe nînin. Em dixwazin ku ew şande xwe ji vê dozê vekişîne. Ez careke din bang li HSYK’ê dikim ku peywira xwe bi cih bîne.”