Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide 2022-09-27 23:28:29   MÊRDÎN - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku di mewlûda ji bo 20 kesên li Dêrikê di qezaya TIR'ê de jiyana xwe ji dest dabûn de axivî, diyar kir ku di vê karesatê de berpirsiyariya desthilatê jî heye û got: "Hindik ma hesab bidin. Jiyana gelê kurd ne erzan e."    Di 20'ê Tebaxê de li navçeya Dêrik a Mêrdînê TIR'ên barhilgir ên Etî Bakir a girêdayî CEngîz Holdîngê bûbûn sedema mirina 20 kesî. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê bi boneya 40'ê kesên ku jiyana xwe ji dest dane mewlûd da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê HDP’ê Nîmetullah Erdogmûş, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, hevşaredarên navçeyan, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn.    Piştî mewlûd hat xwendin Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qîmetê jiyana mirovan nemaye û wiha got: Bi taybetî li ber çavê vê dewletê tu qîmeta kurdan û gelên li Kurdistanê tune ye. Em jê re nebêjin qeza. Îhmalkariyeke mezin heye. Ev kuştin e. Dema Wezîrê Karên Navxweyî hat vê derê efû nexwest. Wî negot berpirsê vê yekê ev Holdîng (Cengîz Holdîng) e. Wan çi kir? Hewl dan ser sûcên xwe bigirin. Jiyana gelê kurd ne erzan e. Wesayîtên zirxî zarokên me qetil dikin, hesab nadin. Çiyayên me dişewitînin, hesab nadin. Ji ber ku bi feraseta dagirkeriyê mêze dikin. Bi zîhniyeta 'Em ê kurdan bikujin, em ê axa wan talan bikin, lê em ê hesab nedin' nêzîk dibin. Em KCD dubare dikin; Hindik ma hesab bidin. Jiyana gelê kurd ne erzan e. Zihniyeta wan, ev nêzîkatiya wan erzan e. Ev zîhniyet û têgihiştin wê ji holê rabe. Em ê hesabê vê yekê bipirsin. Em ê heta dawiyê doza malbatan bişopînin. Em ê bi malbatan re bin. Em ê li dijî kesên dijminatiya gelê kurd dikin heta dawiyê bitêkoşin."    Piştî axaftinan şandeya HDP'ê yek yeko hevdîtin bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re kirin û cardins ersaxî xwestin.