Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike 2022-09-27 23:46:04   AMED – Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim diyar kir ku piştî lîstika bi Bûrsasporê re qulûba wan hedef hatiye nîşandan û got ku tişta tê kirin dûrî rastiyê ye.   PIştî ku Amedsporê li qada xwe 2-0 Bûrsasporê têk bir, rêvebirên Bûrsasporê Amedsporê hedef nîşandan. Qulûba Amedsporê ji ber vê yekê îro li Tesîsa Sporê ya Şehmûz Ozer daxuyaniyek da. Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim û rêvebirên qulûbê tevlî civînê bûn.    Yildirim diyar kir ku gava Bûrsaspor hatiye Amedê wan lîstikvanên Bûrsasporê û rêvebirên wê pêşwazî kirine û got ku lê gava Bûrsaspor ji Amedê çûye qulûba wan hedef hatiye nîşandan. Yildirim got: “Bûrsaspor ji lîgê ketiye û di bin deynekî giran de maye. Ji ber ku nikare xwe bi rê ve bibe, wekî mexdûr be xwe nîşan dide. Ji bo vê jî Amedsporê dike hincet. Tiştên ku çênebûne, wekî çêbûne nîşan didin. Ji xwe re mexdûriyetekê çêdikin. Tiştên qewîmîne, li hemû stadan diqewimin. Lewma bila wisa mezin nekin. Dema qûrayê me nexwest em û Bûrsasporê di heman komê de bin. Me ev xwesteka xwe ji TFF’ê re jî got."   ALÎGIRÊN AMEDÊ LI HEMBERÎ HOLÎGANÎZMÊ NE   Yildirim ku got "Jixwe di stadê de 600 kamera hene û hemû ewlehî di destê polîsan de ye. Alaya ketiye stadê tu eleqeya me pê re nîn e" axaftina xwe wiha domand: “Bila tu kes li ser Amedê lîstikan çêneke. Em serê xwe li ber tu kesî jî natewînin. Amedspor mezin e. Futbol biratî ye, aştî ye û azadî ye. Bila tu kes di futbolê de berberîbûnê neke. Holîganên Bûrsasporê her tim dibin cihê pevçûnan. Pevçûnên wisa li stada me qet çênebûne. Jixwe alîgirên me li hemberî holîganîzmê ne.”   ‘RAPORA TFF’Ê AXAFTINÊN ME PIŞTRAST DIKE'   Yildirim di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rapora TFF'ê axaftinên me pışstrast dıke. Bûrsaspor rastiyê manîpule dike û ev jî dibe sedem ku mirov dijberiya hev bikin. Bi vî awayî dijbertiya Amedsporê tê kirin û wê dikin hedef. Em ê her tim biçîn deplasmanê û eger tiştek bê serê rêveber an jî lîstîkvanên me, dê hesab bê pirsîn."