DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye! 2022-09-28 09:01:49   WAN - Welatiyan diyar kir ku DSÎ dixwaze di nava erdên wan ên tapokirî de yên li taxa Soskîn a navçeya Erdîşê rê û cihoka avê çêbike û gotin ku xebata bi esker û cerdevanan tê kirin eraziyên wan talan kiriye.    Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), li taxa Soskîn a navçeya Erdîş a Wanê ji bo cihokeke bi firehiya xwe 10 metre û rêyeke bi firehiya xwe 20 metre îhale çêkiriye. Gava îhale hatiye çêkirin haya şêniyên gund pê nehatiye xistin û şîrketa ku îhale girtiye jî li gund dest bi xebatên xwe kiriye.    Welatiyan nexwest rê û cihok di nava eraziyên wan ên bi tapo de bê çêkirin. Piştî vê şîrketê bi esker û cerdevanan dest bi xebatê kir û makîneyên karî dan şixulandin.    Şêniyên taxê bilêv kirin ku ew debara xwe bi van eraziyan dikin û gotin ku bi vê projeyê re eraziyên wan hatine texrîbkirin.   ERAZIYÊN WAN TALAN DIKIN   Ji şêniyên taxê Mehmet Zekî Bedir diyar kir ku xwediyên fîrmayê serê sibê bi cendirme, cerdevan û alavên karî hatine ber malên wan kolandine û wiha got: “Eraziyên me dikin perçe. Em debara xwe bi van eraziyan dikin. Rê di ber mala re derbas dibe. Bi cihoka avê re dê tu ewlehiya me nemîne. Em sewalan xwedî dikin, ger ev proje bê pêkanîn, êdî em ê nikaribin sewalan xwedî bikin. Em bi salan e dixebitin ji bo em debara xwe bi van eraziyan bikin, lê wan bi makîneyên karî erdên me talan kir."   ‘BI ME NEŞÊWIRÎN'   Ji şêniyên taxê Bûrhan Bedir jî got ku ev eraziyên wan ên bitapo ne û ji bo rê û cihoka tê çêkirin şîrketê diviyabû pere bidana wan. Bedir wiha domand: "Proje di şaneşîna min û nava eraziyê min re derbas dibe. Ji bo vê projeyê tu tiştek nedan me û nehatin bi me neşêwirîn. Li vir her tişt bi hêza cendirmeyan tê kirin. Ji ber ku li be rmala min dixebitin, zirar digihê mala min. Em vî tiştî qebûl nakin. Demildest divê çareyek bê dîtin."   DÊ SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN   Ji niştecihên taxê Mehmet Bedir jî destnîşan kir ku ji ber zeviyên wan hatine texrîbkirin ew mexdûr bûne û got ku DSÎ rantxuriyê dike. Bedîr, bi lêv kir ku ew ne li dijî vê ne, lê belê diviyabû bi wan bihata şêwirandin û heqê wan bihata dayîn û wiha bi dawî kir: "Lê bi cendirmeyan hatin û bi makîneyan dest bi kolandinê kirin. Em bi vî awayî qebûl nakin. Ez debara xwe bi vî eraziyî dikim. Dê cihekî ku em heywanên xw elê biçêrînin nemîne. Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin."    Me bi rêya telefonê xwe gihand DSÎ'yê, lê belê rayedaran tiştek negot.