Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya 2022-09-28 09:05:26   ŞIRNEX - Dervîş Kilinç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket wiha got: "Mirov piştî 30 salan ji nav çar dîwaran derdikeve û li hemberî xwe cîhaneke cuda dibîne. Ji jiyana civakî dûr û xwe di nava valahiyeke pir mezin de hîs dike."   Di salên 1990’î de li Tirkiyeyê bi sedan siyasetmedarên kurd hatin girtin. Kesên hatin girtin piranî jê cezayê mûebbedê li wan hat birîn. Ji van kesan yek jê Dervîş Kilinç e. Kilinç, di sala 1992'yan de li navçeya Silopiyayê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" hat girtin û cezayê mûebbedê lê hat birîn. Kilinç di 30 salan de li Şirnex, Amed, Kandira, Bartin û Trabzonê di girtîgehê de de ma. Dervîş Kilinç ku herî dawî di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de bû û demek berê ji girtîgehê derket ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa rojên xwe yên girtîgehê kir.   'MIN KEYFXWEŞÎ Û XEMGINÎ BI HEVRE JIYA'   Kilinç anî ziman di 30 salan de ew di gelek girtîgehan de ma ye û wiha got: "Ez di sala 1992'yan de li navçeya Silopiyayê hatim girtin. Piştî ku hatim girtin, ez anîm Girtîgeha Şirnexê. Piştre ji vir em birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê. Ez sal û sê mehan li wir mam. Piştî ku cezayê min hat erêkirin, ez sirgûnî Bartinê kirim. Ez 9 salan di Girtîgeha Bartinê de mam. Piştî ku li wir jî 9 salan mam, ez sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hatim kirin. Piştî Kandirayê jî ez anîm Şirnexê. Li Şirnexê 9 mehan mam û piştre sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê kirim. Ez nêzikî 2 salan jî li wir mam. Piştre dîsa ez sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Amedê kirim. Piştî saleke min temam bû, ez sewqî ya Tîpa D'yê kirim. Herî dawî jî ez sewqî Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê kirim."   Kilinç destnîşan kir ku piştî 30 salan derketina ji girtîgehê mirov xemgîn dike û wiha domand: "Mirov ji ber ku hevalên xwe li pişt xwe dihêle mirov xemgîn dibe. Mirov kêfxweşî û xemgîniyê bi hev re dijî. Mirov piştî 30 salan ji nava çar dîwaran derdikeve û li hemberî xwe cîhaneke cuda dibîne. Ji jiyana civakbûnê dûrketî, mirov dikeve valahiyeke pir mezin. Piştî 30 salan, her tişt bi mirov xerîb tê. Ev jî ji mirov re hin astengiyan derdixîne. Ev jî demkî ye, derbas dibe. Bê şik civak guheriye, mirov guherîne, jiyan guheriye. Ya ku ji mirov re biyanî û dûr tê jî ev e. Ev bandorê li ser mirov çêdike. Lê heta demekê wê ereniyê bi xwe re bîne. 30 salan gelek tişt bi xwe re birin. Dem lazim e ku ji bo mirov bielime derve."   TIŞTA HERÎ ZÊDE JÊ BANDOR BÛYE   Bi domdarî Kilinç bi lêv kir ku tişta ku herî zêde ji wî re zehmet hatiye ew e ku hevalên xwe yên nexweş li dû xwe hiştiye û wiha pê de çû: "Dema ez ji girtîgehê derketim û gava yekem avet, tişta ku herî zêde bandor li min kir ew bû ku li ber deriyê girtîgehê kesî ku min pêşwazî bike tune bû. Kesek pê nehesandibûn û ji ber wê jî kesek nehatibû. Ez ji wê bandor bûm. Di girtîgehê de min herî zêde bêriya cihê ku lê hatim dinê û zarokatiya xwe dikir. Ew çar diwar tu caran jı bîra min naçin. Diwareke hişk e û hûn di nav de ne. Herî zêde ew bandorê li mirovî dike. Mirov ji mafê jiyaneke wisa ya herikbar dûr e, ev bandorê li mirovî dike. Lê belê ereniyên wê jî çêdibin."   Di berdewamê de Kilinç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehê jî û ev tişt anî ziman: "Li gel me hevalek hebû qurçikeke wî jê kiribûn. Ew bi xwe jî penceşêr bû. Dihat tedawîkirin. Lê diviyabû ku mirovê wiha bihatana berdan. Ji me re carna pirsgirêk derdixistin. Dema em dibirin revîrê digotin, 'devê xwe vekin.' ji ber vê pêkanînê jî hevalan têdawî red dikir. Ev ji tedawîkirinê re dibû astengî. Pêwîst bû ku ew hevalên nexweş bihatana berdan. Lê dewlet naxwaze ew bên berdan. Girtiyên nexweş di mijara xwarinê de jî rastî gelek astengiyan tên. Gelek heval hene ku nikarin rabin ser pêyan û pêwistiyên xwe yên şexsî pêk bînin."   'ME TIŞTEK NEDIBIHÎST'   Kilinç da zanîn ku ew ji amûrên ragihandinê bêpar hatine hiştin û wiha derbirî: "Ne rojname ji me re dihat ne jî me dikarî radyoyê guhdar bike. Tiştek tune bû. Tenê ew rojnameyên ku propagandaya dewletê dikirin ji me re dihatin. Di wan 2 salên li Girtîgeha Amedê de me nedizanî ku li Tirkiyeyê çi diqewime. Ne ji derve ne jî ji hûndir me qet tiştek nedibihîst. Ji ber ku derfet tune bû. Tenê FM radyo hebû."   Kilinç wiha domand: "Ger li Tirkiyeyê guhertin û veguhertinek çêbibe, ev jî wê bi lingê aboriyê çê bibe. Ji ber ku aboriyê gel asteng kiriye. Di hêla çandî, civakî û hûnerî de bandora xwe ya neyînî li ser civakê çêkiriye. Ev jî dibe sedema guhertin û veguhertina desthilatdariyê. Yek ji nirxandinên me jî li ser rol û mîsyona muxalefetê bû. Heger muxalefet rol û mîsyona xwe bilîze û berjewendiyên civakê bide berçavên xwe wê bikaribe bibe desthilatdar. Lê divê serî de yek bin. Lê mixabin muxalefeta rola xwe dilîze û xwedî bandor e û di gelek aliyan de guhertinan çêdike û siyaseta Tirkiyeyê diguherîne nakin nav xwe. Heger ew çênebe bêguman wê di muxalefetê de qelsbûn çêbibin û ne pêkan e ku guhertineke şenber derkeve holê."    'HEWLEDAN QELS IN'   Di berdewamê de Kilinç bal kişand ser çalakiyên ku ji bo berdana girtiyên nexweş tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo girtiyên nexweş gelek bangawazî hatin kirin, lê mixabin ew nehatin berdan. Çalakî û hewldanên ji bo girtiyên nexweş tên kirin têr nakin. Ji bo hevalên nexweş hewledanên ku hatin kirin pir qels in. Komeleyên Mafên Mirovan, baro û saziyên dîtir divê girtiyên nexweş di rojevê de bihêlin û ji bo berdana wan di nava hewledanan de bin. Lê bêguman heta ev hikûmet hebe hin guhertin zehmet in."   MA / Zeynep Dûrgût