Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne 2022-09-28 13:02:42 AMED - Yek ji malbata girtiyan Herdem Merwanî ya di Nobeta Edaletê de axivî, anî ziman ku daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin dikin û got ku ew pirsgirêk ya hemû civakê ye.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 316’an de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.  'JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ AZADIYE DIXWAZIN’   Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî bi lêv kir daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin û ev tişt gotin: "Em di daxwaza ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin de bi israr in. Em şexsî nêzî vê pirsgirêkê nebûn. Me got ev pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber vê jî divê giştî bê çareser kirin. Beriya çend hefteyan Wezîrê Dadê got 'Ji bo ku em çareser bikin em ê rewşa girtiyên nexweş bînin Meclis'. Piştî çend rojan Meclis vedibe. Em bang li partiyên siyasî dikin; dostaniya xwe ya li hember civakê li vir bidin xuyakirin û piştgiriyê bidin me. Bila xala girtiyan beriya her tiştî bê Meclisê. Bi çîrokên cuda cuda dernekevin pêşiya me. Ji ber vê jî em dibêjin çareserî. Ew partiyên siyasî ji bo ku pirsgirêkên me û civakî çareser bikin li Meclisê ne. Pirsgirêka ku herî zêde me diêşîne rewşa girtiyên nexweş e. Ger ku dostên vê civakê ne bila xwe diyar bikin. Banga me ji partiyên siyasî û Wezîrê Dadê ew e ku ne bi hiqûqa neyartiyê, bi hiqûqa wîcdanî nêzî pirsgirêkê bibin. Bi mirinê kes sernakeve. Ji bo girtiyên nexweş çareserî, ji bo girtiyên nexweş azadiyê dixwazin."   Çalakiya malbatên girtiyan bi dirûşmeya, ‘Bijî berxwedana zindanan û Heq, hiqûq, edalet’ bi dawî bû.