Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e 2022-09-28 17:08:55   HATAY- Maseya Elewiyan a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê li Îskenderûnê bi saziyên elewiyan û gel re hat ba hev. Parlamenter Kemal Bulbul di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Welêt niha ji hêla Yezît ve hatiye dorpêçkirin. Dem dema rabûna ser pêyan e.”    Maseya Elewiyan a Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 5’ê gulanê ve kampanyaya “Ji bo elewiyan mafê hemwelatiya wekhev” dabû destpêkirin. Bi destpêkirina xebatê re HDP’ê pirtûkçeyek amade kiribû ku daxwazên elewiyan tê de hebûn. Di çarçoveya kampanyayê de li her çar aliyên welêt serdan hatin kirin û HDP’iyan kampanyaya xwe vegotin. Di çarçoveya kampanyayê de li Hatayê ji bo 3 rojan bername dest pê kiribû. Di roja duyemîn a bernameyê de Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Bulbul çûn serdana Rêxistina HDP’a Îskenderûnê, Cemxane, Şaxa Weqfa Çanda Anatoliyayê ya Haci Bektaşi Velî û Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anatoliyayê (AKA-DER). Di serdanan de li gel parlamenteran, her wiha hevserokên HDP’ê yên bajar Hulya Ateş û Kerem Nalbant û endamên PM’ê Mehtap Sert û Zekî Koç jî amade bûn.    'DIXWAZIN GEL BÊDENG BIKIN'   Di serdanan de Hatîmogûllari têkildarî kampanyayê agahî parve kirin û polîtîkayên li dijî elewiyan rexne kir. Bulbul ê HDP’î jî diyar kir ku niha welêt ji hêla Yezît ve hatiye dorpêçkirin û dem dema rabûna ser pêyan e.    Piştre jî HDP’î li Taxa Buluttepeyê bi gel re hatin ba hev. Piştî 3 rojan dê bernameya HDP’ê ya li Hatayê bi dawî bibe.