Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir 2022-09-29 13:48:19 EDENE - Di danişîna doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Çûkûrovayê de dadger destûr neda ku pirsa “JÎTEM çi ye” ji bersûc bê pirsîn.   Zarokê bi navê O.Y. êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çûkûrovaya Edeneyê kiribû. Derbarê O.Y. de ji sûcê “zirarê daye mal” doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Zarokan a 2’yemîn a Edeneyê hat lidarxistin. O.Y. ku negirtî û parêzerê xwe, Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Mehtap Sert, Serokê ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş, parêzer Yasemîn Dora Şeker, Serhat Okmen û Zelal Demîray di danişînê de amade bûn.    'MIN BI ZANEBÛN ÊRIŞ KIR’    Danişîn bi awayek girtî hat kirin û danişînê bi xwendina kurtî ya doznameyê dest pê kir. O.Y. yê bersûc parastina xwe kir û xwe bi nijadparestiya tirk parast û got bi zanebûn êrişî avahiya HDP’ê kiriye. Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê xwest daxilî dozê bibe û ev daxwaz hat qebûlkirin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Mehtap Sert pirsa “JÎTEM çi ye” ji bersûc kir. Serokê dadgehê got, “ev pirs ne mijara doza me ye” û pirsê red kir.   Parêzer Yasemîn Dora Şeker jî destnîşan kir ku bi astengkirina vê pirsê ew JÎTEM’a ku bûye ku sedema kuştina însanan hatiye parastin.    Heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî 20’ê kanûnê kir.    POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ    Piştî danişînê HDP’ê li ber edliyeyê daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Çûkûrovayê Ergul Atlig diyar kir ku ew dixwazin ew hêza li pişta wî zarokî ku arasteyî êrişê kiriye derkeve holê. Parêzer Mehtap Sert jî anî ziman ku astengkirina pirsa “JÎTEM çi ye” polîtîkaya bêcezahiştinê ye.