Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş 2022-09-30 09:01:32 AMED - Erhan Topdaş ku 2 salan di girtîgehê de ma û hat berdan bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên nexweş. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî bang li partiyên muxalefetê kir ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin.  Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û bi sepanên dijmirovî re rûbirû mane û tedawiya wan nayê kirin. Tevî banga rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û malbatên girtiyan jî girtiyên nexweş nayên berdan. Ji ber xemsariya rayedaran roj nîne ku ji girtîgehan cenaze dernekevin. Sepanên girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş di rojevê de ne.    Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin nayên berdan û girtiyên ku înfaza wan temam bûye jî bi hincetên kêfî înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan.    Erhan Topdaş jî yek ji girtiyên nexweş bû. Topdaş, di 23'yê îlona 2018'an de hate girtin û di 28'ê îlona 2020'ê de hate berdan û dosyeya wî li Dadgeha Bilind e. Topdaş, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û girtiyên nexweş axivî.    Topdaş ê nexweşa KOAH'ê û 2 salan di Girtîgeha Tîpa D a Amedê  de ma, bi lêv kir ku dema hatiye girtin nexweşiya KOAH'ê pê re hebû lê di girtîgehê de 8 mehan dermanên wî nehatine dayin û wiha got: “Dermanên min ên bêhnê nedan min. Ez çûm revîra girtîgehê, wan jî ez dam sekinandin. Dema em dibirin nexweşxaneyê jî destê me kelemçe dikirin, me jî ew yek qebûl nedikir. Bijîşk jî li dijî wan radibû û digot, bi vî awayî em nikarin tedawî bikin. Dema em dibirin nexweşxaneyê 4-5 caran ser me kontrol dikirin. Heman tişt di vegerê de jî dikirin. Hemû jî pêkanînên keyfî bûn. Dermanên ku bijîşk ji me re dinivîsandin an nedidan an jî dereng didan."   GIRTIYÊN NEXWEŞ   Bi domdarî Topdaş bal kişand ser girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û wiha domand: "Gelek girtiyên nexweş tevî ku rapora wan a 'nikare di girtîgehê de bimîne' ya nexweşxaneyê dabû wan hebû jî nedihatin berdan. Girtîgehê ew rapora nexweşxaneyê qebûl nedikir. Ji Wezîrê Dadê re dişandin wî jî qebûl nedikir. Di qawîşa me de hevalên ku dest, ling û çavê wan tune bûn hebûn. Nikaribûn bi tena serê xwe nan bixwin. Lê dîsa jî nedihatin berdan. Me nan dida wan, me cilên wan dişûştin. Anku bi vî awayî jî ne rapor didan wan, ne jî ew berdidan."   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ LI DERVE BÊN DERMANKIRIN'   Di berdewamê de Topdaş destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e nikarin di girtîgehê de tedawî bibin û wiha domand: “Tedawî ya ku li girtîghê tê kirin formalîte ye. Anku dibejin bila laşê wê/î zû pûç bibe. Tedawiya tê kirin ev e. Her roja ku girtiyên nexweş neyên berdan, nexweşiya wan girantir dibe. Girtiyên nexweş divê li derve, li nexweşxaneyeke baş bên dermankirin. Gelek hevalên me ji ber ku li derve nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.”   BANGAWAZÎ   Topdaş, ji bo xwedîderketina li girtiyan bang kir û ev tişt anî ziman: "Li vî welatî nediyar e wê sibe çi bibe. Dibe ku ez jî bêm girtin, tu jî bê girtin an jî bên qetilkirin. Anku sibe wê çi bibe nediyar e. Ji ber wê divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin. Bila tu kes jî nebêje ez ji pergalê re dixebitim tiştek nayê serê min. Tu temînata gelê kurd tune ye. Ji ber vê yekê jî divê em xwedî li hev derkevin. Sibê dora min e û du sibe jî ya te ye. Heke em bixwazin gelek tiştên em bikin hene. Em dikarin ji bo girtiyan serî li Wezareta Dadê bidin, an jî em dikarin daxuyaniyan bidin, çalakiyan li darbixin an jî em dikarin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Anku bi her awayî em dikarin dinyayê pê bihesînin.”    ÎHD: JIYANA GIRTIYAN NE BI EWLE YE    Têkildarî mijarê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê parêzer Ercan Yilmaz jî da zanîn ku 2008’an de li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 18 girtiyên nexweş hebûn lê di halê hazir de ev hejmar bûye hezar û 600 kes. Yilmaz anî ziman ku zêdetirî 600 girtiyên ku nexweşiya wan giran hene û wiha pê de çû: "Ew jî bi awayekî eşkere tê xuyakirin ku şert û mercên girtîgehan ji bo girtiyên nexweş ne ewle ye.”   ‘ATK BI BIRYARÊN SIYASÎ BERDANA GIRTIYAN TALOQ DIKE’   Yilmaz diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye, ji parastina tenduristiya girtiyan dewlet berpirsyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berpirsyarê binpêkirinên mafên ku di girtîgehan de diqewimin dewlet e. Her heftê agahiya binpêkirinên mafê jiyanê û mirinan ji girtîgehan tên. Îro di girtîgehan de girtiyên ku nexweşiya wan giran e û êdî nikarin bi xwe pediviyên xwe dabîn bikin hene, birina wan a nexweşxane jî bi tena serê xwe îşkence ye. Mînaka van girtiyên nexweş jî Mehmed Emîn Ozkan e û li girtîgehê heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye. Tevî ku nexweşxaneyan rapora berdana wî daye jî Saziya Tiba Edlî (ATK) bi sedemên siyasî berdana wî taloq dike. Daxwaza me jî ew e ku ew sepanên cihêkariyê bi dawî bibin û pirsgirêk di çerçoveya mafê mirovan de bên çareserkirin. Her wiha Aysel Tugluk jî ji ber nexweşiya demansê êdî nikare di girtîgehê de pediviyên xwe dabîn bike. Lê ew jî nayê berdan. Helbet ev giredayî konjektora siyasî ye. Biryarên ATK’ê ne li gor zanistê lê li gorî biryarên siyasî ne. ATK bi biryarên xwe bi awayekî eşkere cihêkariyê dixe di navbera girtiyan. Taybetî jî girtiyên polîtîk.”   DÊ RAPOREK JI BO PARTIYAN Û WEZÎRÊ DADÊ BIŞÎNIN    Di berdewamê de Yilmaz anî ziman ku ji ber binpêkirina mafan gelek girtî serî li saziya wan didin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Girtî ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de ne. Divê Wezareta Dadê, partiyên siyasî, sazî û sendikayên civakî ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin di nav liv û tevgerê de bin. Em ê raporek têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan amade bikin û ji bo partiyên siyasî û Wezîrê Dadê bişînin. Xwezî bêyî ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin gavek biavêta. Her wiha hewcehî pê heye ku partiyên muxalefetê jî li dijî sepanên dimirovî yên li girtîgehan dengê xwe derxin û binpêkiranan qebûl nekin. Divê her kes ji bo girtiyan bi rola xwe rabe û xwedî li girtiyan derkeve.”    MA / Mahmût Altintaş