Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin 2022-09-30 09:32:53 MÊRSÎN - Li Mêrsînê di encama serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin, îro bi ser gelek malan de hat girtin. Hat zanîn ku derheqê 10 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û di encama serdegirtinan de 9 kes hatine binçavkirin.    Neslîhan Oruç, Devrîm Aydin, Bayram Çaglar, Selîm Ekîcî, Arîf Adali û Abdulhadî Bozan jî di nav de her 9 binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.