Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir! 2022-09-30 09:55:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku îdia kiribû ku çalakiya li navçeya Mezîtliyê Dilşah Ercan kiriye, piştî daxuyaniya HPG’ê wiha parastin kir: “Ajokarê teqsiyê teşhîs kir.”   Di çalakiya biçek û bombeyi ya di 26’ê îlonê de li dijî Malapolîsan a Tece ya li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê pêk hat de polîsek hate kuştin û gelek polîs jî birîndar bûn. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berovajiyê îdiayên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku çalakî Dilşah Ercan kiriye, çalakî ji aliyê Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) ve hatiye kirin.    Piştî daxuyaniya HPG’ê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû wiha got: “Erdogan û yawerê wî fotoroman Suleyman ên du roj in propagandayeke qirêj dikin…Tevî rapora DNA’ya terorîsta hatiye kuştin, 2 roj in hûn derewan dikin, medyaya we ya hawiz manşet avêtin. Lê du roj in min dizanî ku hûn çi deq û dolaban dikin. We bi zanebûn derew kirin. Niha derkevin rapora DNA’yê ya aydê terorîstê aşkere bikin, bila ev milet carekê tişteke rast ji devê we bibîhize. We ji serdozger re got dest dane ser dosyayê. Ez bang li serdozger dikim, hewl nede wê dosyayê veşêre, em rastiyan dizanin… Hûn şerm nakin!”   PARASTINA SOYLÛ YA AJOKARÊ TEQSIYÊ    Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglû, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû parast ku teşhîs ji aliyê ajokarê Teqsiyê ve hatiye kirin û vê carê jî ev îdia kir: “Di xebatên bi şopa tiliyê hatin kirin de yekê ji hev girt.”   HPG: SENARYOYA SEXTE   HPG’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxuyaniyên desthilatê “senaryoya sexte ne” û wiha got: “Heta ku me aşkere nekir, dijmin ne derbarê çalakiyê ne jî nasnameya hevalên me de negihiştibû tu agahiyan. Hikumeta faşîst a AKP’ê û MHP’ê ji bo qelsiya xwe veşêre senaryoyeke derew pêşkeşî civakê kir.”