Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin 2022-09-30 11:30:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê li dijî sepanên îşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirin banga hestiyariyê li gelê kurd kirin.    Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hêceta êrişê ji aliyê dadgewhê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî sepanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê di roja 2’yemîn de berdewam dike.    Dag û Er bi malbatên xwe re bi rêya telefonê hevdîtin kirin û wiha behsa sepanên îşkenceya li girtîgehê kirin: “Di kêliya jimartinê de pêşmergeyek bi navê Yusuf hat cem me. Çêr û heqaret li me kir. Me bertek nîşanî wî da. Li ser vê yekê bi awayek destê me kelemçekirî li me dan. Piştre me kirin hucreya yek kesî. Ev cara sêyemîn e ku pêşmergeyê bi navê Yusuf vê bi me dike. Ji bo em vê protesto bikin û îşkence bi dawî bibe me dest bi rojiya mirinê kir. Li ser destpêkirina çalakiya me, desteya dîsiplinê ya girtîgehê gazî me kir. Îşkenceyê ji me re vegot. Ji me re got, ‘hindik jî bi we kirin e. Lêdan be ne pirsgirêk e, dibe ku we daliqînin’. Em ê li dijî van sepanan rojiya mirinê bidomînin. Pêwîste gelê kurd li dijî vê yekê bêdeng nemîne.”