Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû 2022-09-30 11:53:35 MÛŞ - Cerdevanê bi navê Umît Karakaya piştî nîqaşa li gundê Şeman ê navçeya Gimgimê qewimî 3 kes gule baran kirin. Du kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Karakaya ji cihê bûyerê reviya.    Li gundê Şeman ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê, cerdevanê bi navê Umît Karakaya piştî nîqaşeke qewimî 3 kes gule baran kirin. Kesê bi navê Hasan Başak û cerdevan Huseyîn Saglam jiyana xwe ji dest dan, kesê bi navê Cemal Han jî birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; bûyer duh dora saet di 22.00’an de qewimî. Piştî nîqaşeke li gund qewimî, Umît Karakaya bi çeka cerdevaniyê gule berdan 3 kesan. Karakaya yê du kes kuştin û kesek birîndar kir, reviya. Hate hînbûn ku cenazeyê her du kesan wê îro li gund bên veşartin.