Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan 2022-09-30 13:28:34 ÊLIH - 9 kesên li Êlihê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Şerîf Takak, Mehmet Şîrîn Ongun, Bayram Alkan, Umît Bîngol, Hamza Kizilçinar, Suat Tunçay,  Şîrîn Deger, Mubarek Açar û Mazlum Sayim hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatiyên navborî di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de hatine binçavkirin. Kesên binçavkirî piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê, bi şertê kontrola edlî binçavkirî sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî her 9 kes bi şertê kontrola edlî berdan.