Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn 2022-09-30 14:28:57   MÊRDÎN - Di danişîna doza Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku bi idiaya “endamtiya rêxistinê” hate darizandin de li ser daxwaza parêzer biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn.    Danişîna 11’emîn a doza Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku piştî bi biryara Wezîrê Karê Hundir di 16’ê mijdara 2019’an de qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, hate girtin niha negirtî tê darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin. Di danişîna ku Esmez tev li nebû de parêzera wê Dildar Ektîren amade bû. Danişîn piştî tespîta nasnameyan û belgeyên hatin xwendin dest pê kir.    Dozgeriyê mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha pêşkêşî dadgehê kiribû dûbare kir û xwest Esmez bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan bi cezayê hefsê were cezakirin.    Parêzer Ektîren diyar kir ku muwekîla wê hevşaredareke ku bi dengê gel hatiye hilbijartine û anî ziman ku dosya ji bo tayînkirinên qeyûman meşrû bike hatiye amadekirin. Ektîren, bi lêv kir ku beyanên “şahidên nepen” ên di dosyayê de cih digirin bi nakok in ji hev nagirin, negihiştine hin şahidan û xwest ku teqîbat bê berfirehkirin.     Dadgehê daxwaza berfirehkirina teqîbatê qebûl kir û danişîn taloqî 22’yê mijdarê kir.