Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake 2022-09-30 14:39:46 ÎZMÎR - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di komxebeta Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê de axivî û got: “Divê yekgirtina berfireh a demokrasi, wekhevî, azadî û kedê bê avakirin. Heke wisa bê kirin, dikare li dijî îktidarê bê sekinandin. Hevkariyek ji bo guhertina îktidarê tenê têrê nake.”    Ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Yekitiya Hiqûqnasên Mafên Mirovan û Demokrasiya li Cîhanê (ELDH), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Ewropayê (AED) û Komeleya Piştevanî û Lêkolînên Zanistî ya Îzmîrê, Komxebata Payîza 2022’yan a Dibistana Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Egeyê ku sê rojan berdewam bike, dest pê kir. Komxebata 4’emîn ku bi mijara “Krîza edaletê û siyaseta maf” li Gundê Matematîk ê Nesîn ku li navçeya Selçûka Îzmîrê ye tê lidarixstin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û gelek akademisyen, parêzer û nûnerên rêxistinên mafê mirovan tev li komxebatê bûn.    MEKANÎZMA HILBERANDINA RIZABÛNÊ    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di destpêka komxebatê de axivî û diyar kir ku ji ber fikara "gotina bekayê û ewlehiya neteweyî" demokrasî hatiye rawestandin û qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin jî mînaka vê yekê nîşan da. Sancar da zanîn ku hemû mûxalîf ji siyaseta rewa hatine avêtin û got: “Ev rêbazên mêtinger pêşî li dijî dijminên herî xeternak rêbazên xwe tecrûbe dike. Paşê gav bi gav li tevahiya welêt belav dibe. Ji bilî pêkhateyên siyasî yên ku bi HDP’ê re li ber xwe didin, tu îtîraz li dijî rejîma qeyûm derneket. Lê belê paşê ev polîtîka li seranserê welêt bicih bû. Pejirandina vê zext û marjînalbûna civakê yek ji mekanîzmayên hilberîna razîbûnê ye. Dîsa mayîndebûna feraseta tu alternatîfê bi hemû amûrên ragihandinê wekî hilberîna razîbûnê ji raya giştî re tê ragihandin.”    SENARYOYÊN ŞER    Sancar anî ziman ku pêşketina neolîberalîzmê û qonaxa ku hatiye êdî veguheriye rejîmekê û neolîberalîzm rêveberiyeke ku ji krîzan xwe li ser pêya digire teşe girtiye. Sancar wiha got: “Her krîza ku pê re rû bi rû dibe, bi krîzek din re bi rê ve dibe. Ev nêrîna ku li seranserê cîhanê jihevketina demokrasiyê heye rewa dike. Mirov dikare bêje ku pêşketina rastgiriya tund a li Rojava rê li ber hilweşîna demokrasiya liberal vedike. Seferberiya neheqiyê bi xema ewlehiyê wekî razîbûnê zindî tê hiştin. Ji vê modela dewletê re dewleta ewlehiyê tê gHevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di komxebeta Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê de axivî û got: “Divê yekgirtina berfireh a demokrasi, wekhevî, azadî û kedê bê avakirin. Heke wisa bê kirin, dikare li dijî îktidarê bê sekinandin. Hevkariyek ji bo guhertina îktidarê tenê têrê nake.”otin. Lê bi zêdekirina wê re mirov dikarê wê weke rewşeka şer bi nav bike. Dema em li Tirkiyeyê dinêrin, em bi rewşa awarte ya mayînde, bi feraseta ewlehiyê û senaryoyên şer ên dubare re rû bi rû ne, rêveberiyeke ku li ser newekheviyan radibe, kêfî tevdigere û hewl dide krîzan bike çavkaniya berdewamiya xwe.”    ‘GUHERTINA ÎKTIDARÊ TENÊ TÊR NAKE’    Sancar destnîşan kir ku divê beriya her tiştî çareserî bê zanîn ku li dijî çi têdikoşe û çi tê xwestin û wiha got: “Pêwîste yekitiya herî berfireh a demokrasî, wekhevî, azadî û kedê bê avakirin. Heke ev yek pêk were, li dijî desthilatdariya heyî û rejîma ku xwe pê li ser pêya digire dikare bê sekinandin. Bi vî awayî alternatîfî ji holê tê rakirin. Em wisa difikirin ku hevkariyek ji bo şandina îktidarê tenê têrê nake. Her ku krîz kûrtir dibe, nikarin xwe li ser pêya bigirin. Yanî mirov dikare bêje ku derfetên nû derdikevin holê. Derfetên guherîn û veguhertinê zêde bûne. Divê ev guhertin weke guhertina cihê kadroyên desthilatdar neyê dîtin. Li dijî vê seferberiya neheqiyan divê derdorên berfireh bên seferberkirin. Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku me ava kir divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin.”   Komxebat bi panela sernavê, “Netew dewlet û kapîtalîzm: Gelo neolîberalîzm têk diçe” berdewam dike.