ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-01 09:00:00     * Mîhrîcana Şanoyê ya 3'yemîn a ji aliyê koma ŞanoWanê ve hat lidarxistin, bi dawî bû. Şanogerên ŞanoWanê gotin: "Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li hemberî ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin."   * Malbatên ku li Amedê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin Nobeta Edaletê didomînin wiha gotin: "Îro meclîs vedibe. Di serî de divê rojeva meclîsê girtiyên nexweş be."    * Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku di deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de gelek tiştên ji hilweşandina AKP'ê wêdetir dîtine û wiha got: "Tifaq xwedî roleke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 572'emîn de berdewam bike.   * Kongreya Awarte ya 1'emîn a MED-DER'ê dê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bê lidarxistin. (10.00-13.00)   * Xizmên Winakiriyan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" bê lidarxistin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqubeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin  dê di hefteya 914'emîn de çalakiya heftane li dar bixe. (12.00)   * Li Îzmîrê rêxistinên siyasî û sivîl dê têkildarî meşa "Em bi ber bi azadiyê ve dimeşin" ku dê di 9'ê cotmehê de bê lidarxistin, li avahiya HDP'a Îzmîrê civîna çapameniyê li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Enqere, Stenbol û Îzmîrê dê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Desteya Giştî ya Meclisê dê bi rojeva taybet bicive. (14.00)