Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe 2022-10-01 10:08:25 DÎLOK - Dayika girtiyê ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygusuz ê ku linge wî nîne, Durrî Kaygusuz got zextên li ser girtiyan zêdetir dibin û daxwaza edaletê kir.    Yek ji girtiyên nexweş û ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygusuz ê lingî wî nîne, li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê bi binpêkirinên mafan re rûbirû maye. Gardiyanan berê êrişî Kaygusuz kiribûn. Malbata Kaygusuz ragihand ku gardiyanan carek din êrişî lawê wan kiriye.    Şaban Kaygusuz bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku gardiyan û rêveberiya girtîgehê her roj bi awayek sîstematîk êrişî wan dikin. Durrî Kaygusuz a li Dîlokê dijî da zanîn ku ew ji jiyana lawê xwe bi endişe ye û di rojên dawî de li girtîgehan li ser girtiyan êriş zêde bûne. Kaygusuz got divê her kes berê xwe bide girtîgehan û xwedî li girtiyan derkeve.    ASTENDAR E NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJΠ   Durrî Kaygusuz bi bîr xist ku lawe wê di sala 2017’an de bi awayek birîndar hatiye girtin û ji ber tedawiya pêwîst nehatiye kirin lingê wî jêbûye. Kaygusuz da zanîn ku lawê wê li Sêrtê hatiye girtin û sewqî Amedê kirine û di cotmeha 2021’ê de jî sewqî Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê hatiye kirin. Kaygusuz anî ziman ku li gel lawê wê astengdar e jî di girtîgehê de tê ragirtin û got: “Êdî li vî welatî edalet nîne. Heke edalet hebûya wê Şaban û girtiyên mîna wî nexweş bihatana berdan. Nikare li girtîgehê tedawiya xwe bike. Protez li di linge wî de ye. Tenê ne girtî di bin êriş û zilmê de ne, di heman demê de zilm li malbatên wan jî tê kirin. Girtî û malbatên xwe tev tên tecrîdkirin. Tevî hemû zext û gefan jî lawê min têkoşîna xwe didomîne. Ez jî wek malbatên hemû girtiyan ji bo lawê xwe û girtiyên me daxwaza edaletê dikim.”    MA / Ceylan Şahînlî