Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê! 2022-10-01 10:37:13   MÊRSÎN - Piştî ku Suleyman Soylu Dilşah Ercan hedef nîşan da. Ferdên malbatê hatin binçavkirin. Polîsan di binçavan de ji malbatê pirsa, “keça we li ku ye” kirine û malbatê da zanîn ku polîsan zext li wan kiriye ku biçin ber avahiya HDP’ê.    Di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a li taxa Denîz a bi ser navçeya Mezîtliya Mêrsînê ve êrişa bombeyî û çekdarî hat kirin. Polîsek di êrişê de hat kuştin û gelek polîs jî birîndar bûn. Piştî êrişê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kir ku Dilşah Ercan çalakiyê pêk aniye. Li ser vê hedefnîşandana Soylû, polîsan di 27’ê îlonê de bi ser malbata Ercan de girt û ba û dayika Dilşah Ercan, 3 kekê û wê û 3 xwişkên wê kirin binçavan. Ferdên malbata Ercan jî di nav de 22 kes roja 27’ê mehê hatibûn binçavkirin. Ferdên malbatê û 12 kesên din piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan.    Li emniyetê di binçavan de dîmenên kameraya ewleiyê bi ferdên malbata Ercan dan temaşekirin. Malbatê diyar kir ku kesên çalakî kirine yek ji wan jî ne Dilşah Ercan e û piştre ji bo DNA’yê xwîn ji bav û dayika wê hat girtin.    Dayika Dilşah Ercan, M. E. Û xwişka wê E.E. ku hatin berdan tişta di binçavan de hatiye serê wan ji ajansa me re vegotin.    POLÎSAN XWESTIYE MALBAT BIÇE BER HDP’A AMEDÊ    Dayika Dilşah Ercan, M.E. diyar kir ku polîs ji çend mehan carek diçin mala wê 3u pirsa keça wê dikin û pirsên “li ku ye” jê dikin û ew jî dibêje 10 sal in xeber ji keça xwe negirtiye. M.E. destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye, “tu jî biçe Amedê li cem dayikan rûnê.” M.E. got polîsan jê xwestiye ew jî biçe ber avahiy HDP’a Amedê û tev li wan kesên li ber avahiya HDP’ê bibe.    DI BINÇAVAN DE PIRSA ‘KEÇA TE LI KU YE’ HATIYE KIRIN    M.E. anî ziman ku polîsan di binçavan de jê pirsa “keça te li ku ye?” kirine û gelek zext li wan hatine kirin û got: “Xebera me ji tu tişekî nebû. Polîsan bi ser mala me de girt û me kirin binçavan. Dema me birin emniyetê polîsan li nûçeyan temaşe dikir. Ji min re gotin, ‘keça te parçe parçe bûye, em nîşan te bidin?’ Di wê kêliyê de ez hîn bûm. Min qîr da. Min nizanibû, xebera me ji bûyerê nebû. Pişt re dîmenên kamerayan nîşanî me dan. Her ku min got ev ne keça min e jî wan bi israr got, ‘ev keça te ye’. Di binçavan de pirsên wek, ‘gelo tu cihê keça xwe dizanî?’ j imin kirin.”   DI BINÇAVAN DE TUNDIYÊ LI ZAROKA 16 SALÎ KIRIN    Xwişka Ercan, E.E. a 16 salî ku du rojan di binçavan de ma wiha axivî: “Dema min birin emniyetê, ez li ser kursiyekî rûniştim. Polîsekî sîle li min da û got, ‘rabe ma ev der kursiyê bavê te ye?’ Kursî li erdê xist şikand. Qîr dikirin. Li ser hev digotin, ‘em ê te parçe parçe bikin’. Du rojan min bi tenê hiştin. Ez ditirsiyam lewma min parastin nekir. Her tim ji min pirsa ‘xwişka te li ku ye” dikirin. Min got nizanim û haya min jê nîne. Xebera min ji bûyerê jî nebû. Min li odeya komiser di televizyonê de dît ku bûyer pêk hatiye.”    Hat zanîn ku malbat dê li dijî neheqiya li wan hatiye kirin doza tezmînatê ya madî û manevî veke.    MA / Mukadder Akyol