Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin 2022-10-01 11:32:45   MÛŞ - Li gundê Şemanê yê Gimgimê cerdevanê bi navê Umît Karakaya k udu welatî kuştin û welatiyek birîndar kir, hat girtin.    Li gundê Şemanê yê bi ser navçeya Gimgima Mûşê ve cerdevanê bi navê Umît Karakaya piştî nîqaşekê bi sîlehê gule li sê welatiyên gund barand. Di êrişa duh qewimî de Hasan Başak û cerdevanê bi navê Huseyîn Saglam jiyana xwe ji dest dan. Cemal Han jî di êrişê de birîndar bû. Karakaya yê êrişkar ku duh reviya, hat binçavkirin. Dozgeriyê îfadeya Karakaya girt û dadger biryara girtina êrişkar da û ew şand girtîgehê.