Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da 2022-10-01 12:18:22 RIHA - Malbata Şenyaşar medyaya ku çalakiya wan ji nedîtî ve tê rexne kir û got: “Li dijî zilmê û bêedaletiyê her kes bêdeng bimîne jî lê viya baş bizanibin em ê bêdeng nemînin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Çalakiya malbatê di roja 572’yemîn ve berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyeyê û edliye girtî ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê girt.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî Ajansa Anadoluyê ku çalakiya wan ji nedîtî ve tê da û wiha got: “Li dijî zilmê û bêedaletiyê her kes bêdeng bimîne jî lê viya baş bizanibin em ê bêdeng nemînin. Heke li holê zilmek hebe, her kesê ku dibêje ez însan im divê bêdeng nemîne. Ajansa Anadoluyê ji bo nûçeyê hat ber deriyê edliyê lê dayika ku 572 roj in edaletê daxwaz dike, ji nedîtî ve hat.”