Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin 2022-10-01 12:48:33   NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK, KJAR û KODAR’ê bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo greva giştî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin.    Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tev li  greva giştî bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heya îro raperîn gihîştiye astek berçav û bersivek bi sûd. Lê pêwistî bi pêngavek di astek bilindtir de heye, divê bi rêbazên cûda weke grev û nerazîbûn, guhertin werin kirin."   'AZADÎ NÊZÎK E'   Di berdewama daxuyaniyê de ev nirxandin hat kirin: "Em bang li jin, karker, xwendevan, xwendevanên zanîngehê, mamoste, rewşenbîr, kasibkar, çalakvanên siyasî, werzîşvan, hunermend û cotyaran dikin ku têkoşîna azadiyê bigihînin qonaxek nû û berfirehtir bikin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi tevlîbûna hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina azadiyê, bûye haveyna herî mezin a şoreşa sedsala bîst û yekem a li ser bingehê azadiya jinan û gelan. Serhildana gelan niha gihîştiye astek ku destketiyên mezin bi dest xistiye û garantiya azadiyê di demek nêzîk de ye."   Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.